Bi dorpêça polîsên Tirkiyê cenazeyê şehîd Vedat Erkmen hate oxirkirin

Li ser cenazeyê girtiyên siyasî Vedat Erkmen ku li Girtîgeha Tîpa F'yêya Nimro 2 a Tekîrdagî bi rengekî biguman jiyana xwe ji dest dayî astengiyên dermirovî ji aliyê desthildariya Tirkiyê ve pêk hatin.

Bi dorpêça polîsên Tirkiyê cenazeyê şehîd Vedat Erkmen hate oxirkirin
21 kanûn, 2021   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Vedat Erkmen 19'ê Kanûnê li girtîgehê hate qetilkirin. Cenaze jî beriya ku bidin malbatê ji hêla polîsan ve hate revandin. Piştre bi dorpêça polîsan cenaze ji Stenbolê anîne Qersê, li navçeya Qersê Dîgorê, li bajarokê Pazarcizê bi dorpêça polîsan cenaze hate veşartin.

Lê beriya ku cenaze were veşartin nehiştin ku cenaze bibin mizgeftê. Melayê mizgeftê talîmata Miftûtiya Bajêr wekî sedeme nîşan da û nehiştin ku cenaze bibin mizgeftê.

Birayê Erkmen Sayim Erkmen got bêyî malbat û parêzeran otopsî hatiye kirin. Erkmen got birayê wî li hicreya yek kesî dawî li jiyana xwe aniye û got, ''Dibêjin xwe bi benekî ve dar ve kiriye. Di hicreyên yek kesî de zor e ku mirov ben bibîne. Çawa dibîne. Em bawer nakin ku birayê min xwe kuştibe."

Ji hêla polîsan ve li ser revandina cenaze ji Stenbolê û zexta polîsan a heta Qersê Erkmen helwest nîşan da û got, ''Hevalê Vedat ev heq nedikir. Ji ber ku tevlêbûn kêm bû em hinekî dilşikestî bûn''. Li ser astengkirina hewcehiyên dînî jî Erkmen got, ''Li nav dîn tiştekî wiha nîne.''