Hikumeta Şamê ji bo hemleya li dijî DAIŞ`ê sewqiyatên leşkerî dibe çolistanê

Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Reqa û Dêrazorê bombebaran kir. Her wiha piştî êrişa ku DAIŞ`ê li dijî hêzên hikumeta Şamê pêk anî. Di encamê de 12 kes birîndar bûn.

Hikumeta Şamê ji bo hemleya li dijî DAIŞ`ê sewqiyatên leşkerî dibe çolistanê
21 kanûn, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku îro balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Reqa û Dêrazorê bombebaran kir.

Her wiha navendê destnîşan kir ku di çarçoveya amadekariyên ku hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê ji bo destpêkirina hemleya nû li dijî çeteyên DAIŞ`ê dikin de, sewqiyatên leşkerî yên nû gihaştin hêzên hikumetê.

Tê payîn ku hemleya li dijî DAIŞ`ê dê ji başûr û rojavayê Reqayê ji çolistana El-Resafa ber bi navçeya Meskene ya gundewarên Helebê ve û ya duymeîn ji çiyayên El-Beşerî ber bi herêma rojavayê Dêrazorê ve dest pê bike.

Ev yek piştî ku çeteyên DAIŞ`ê êvara yekşemê êrişî nuqteyên komên El-Qatircî û Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li derdora heqil El-Xerata yê çolistana başûr rojavayê Dêrazorê kir û di encama wê de 12 kes birîndar bûn, pêk hat.

(bx)