Beriya hilbijartinên Lîbyayê El-Menfî çû Qahîrayê

Serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mihemed El-Menfî îro gihaşt Qahîrayê da ku geşedanên dawîn li qada Lîbyayê û amadekariyên lidarxistina hilbijartinan di rojên bê de, nîqaş bikin.

Beriya hilbijartinên Lîbyayê El-Menfî çû Qahîrayê
21 kanûn, 2021   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mihemed El-Menfî tevî şandeyeke lîbyayî îro gihaşt Qahîrayê da ku bi serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî re bicive û dosyayên di navbera her du welatan de, nîqaş bikin.

El-Menfî dê geşedanên li qada Lîbyayê û amadekariyên lidarxistina hilbijartinan di rojên bê de nîqaş bike.

Tenê 4 roj mane ku hilbijartinên Lîbyayê li dar kevin. Lê ji ber ku asoyên lidarxistina wê nezelal in, Îtalyayê banga lezgîn kir.

(bx)