Fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ çima di Mîhrîcana Fîlman Silêmaniyê de hate qedexekirin?

Çêker û alîkarî derhêner ê fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ sedemên nepêşandana fîlmê di 5`emîn Mîhrîcana Fîlman a Silêmaniyê ya Navneteweyî de eşkere kirin û got fîlm bi zexteke siyasî ji aliyê desthilatên Tirk ve hate qedexekirin, ji ber ku di fîlmê de berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk heye.

Fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ çima di Mîhrîcana Fîlman Silêmaniyê de hate qedexekirin?
21 kanûn, 2021   07:11
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Li ser xwesteka organîzatorên mîhrîcan û rêveberiya wê û piştî temambûna şertên mîhrîcanê, Komîna Fîlm a Rojava bi fîlma "Ji bo Azadiyê" ku li ser çîroka berxwedana gelê Kurdistanê yê li Amedê ya li dijî dagirkeriya Tirk diaxive, beşdar bû.

Dihat payîn duh saet 22:00’an fîlm di mîhrîcanê de bihata pêşandan. Lê ji aliyê organîzatorên mîhrîcanê ve hate ragirtin. Piştî ragirtina fîlmê, Komîna Fîlm a Rojava bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber mîhrîcan ne platformeke çandî ya azad e, ew fîlmên xwe ji mîhrîcanê dikişînin jê jî fîlmê ‘Dema Dirîreşkan`.

Têkildarî sedemên qedexekirina pêşandana fîlmê ji hêla organîzatorên mîhîrcanê ve, çêker û alîkarê derhêner Diyar Hiso ji ajansa me re îdiayên organîzatorên mîhrîcanê nirxandin û got: "Organîzatoran îdia kir ku fîlm kevn e û di 2019’an de hatiye çêkirin. Lê organîzatoran ji destpêkê ve dîroka fîlmê dizanî û di şertên pêşendana fîlman de tu şert têkildarî dîroka fîlmê tune bû."

Girêdayî qedexekirina pêşandana fîlmê Diyar Hiso wiha domand: "Piştî qedexekirina fîlmê, me fîlm ji mîhrîcanê kişand. Her wiha me 2 fîlmên din jî ji mîhrîcanê yên bi navên "Dema Dirîreşkan" û "Ronak" kişandin. Ji ber ku eşkere bû ku ew zexteke derve ye."

Hiso da zanîn ku ev cara duyemîn e ku pêşandana fîlman li Silêmaniyê tê qedexekirin, ji ber di 2019’an de jî ev yek pêk hat û wiha pê de çû: "Wê demê berpirsên îdia kir ku fîlmê zirarê digihîne ewlehî û aştiya bajêr. Gelo têkiliya ewlehiya bajêr bi naveroka fîlmê ku li ser berxwedana ciwanên Kurd li Amedê li hember dagirkeriya Tirk diaxive çi ye?”

Serokatiya parêzgeha Silêmaniyê û hêzên Asayîşê yên girêdayî wê di 31’ê Kanûna 2019’an de di çarçoveya bernameya pîrozbahiyên sersala nû de nehişt fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ di sînemaya Salim a li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê de were pêşandan.

Hiso piştrast kir ku qedexekirina fîlmê, li ser hêza fîlmê nîşaneyek e ku dê bandoreke erênî li ser gelan bikira û ev tişt got: "Qedexekirina fîlmê ji ber zextên siyasî bû. Ji ber naveroka fîlmê li ser berxwedana Rêveberiya Xweser, gel û vîna wê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker bû. Ji bo me diyar bû ku ew bi xwe dijminên berxwedana kurdistiyan e.”

Têkildarî bandorên neyênî yên piştî van biryarên nedurist ên li ser pêşeroja çand û sînemayê Hiso da zanîn ku dê ev biryar bandorên neyênî bikin. Ji ber mîhrîcanên çandî yên sînemayê girîng in, aliyên rasteqîn ên jiyanê eşkere dikin û heman demê berxwedana gelan eşkere dikin.

Hiso der barê bandor qedexekirina pêşandana fîlmê di mîhrîcanê de ev tişt anî ziman: "Dê ev yek bandoreke neyînî li navê mîhrîcanê û duristbûna wê di pêşerojê de bike. Her wiha dê bandorê li ser pabendîbûna organîzatorên wan bi biryar û şertên tevlêbûn, zelalbûna mîhrîcanê bike. Ji ber îro nehiştin Komîna Fîlm a Rojava fîlma xwe pêkêş bikin, dê sibe fîlmeke din qedexe bikin û bi vî awayî dê fîlmên li gorî xwestekên xwe qedexe bikin."

Hiso piştrast kir ku dê ev yek demeke dirêj bandorê li asoyên çandî yên gelê Kurd bike û bibe piştevanê têkçûna çandê. Ji ber ku yekser dikeve xizmeta dijminên gelên Kurdistanê. Her wiha Hiso rêveberiya mîhrîcana Silêmaniyê rexne kir û ew bi binpêkirina biryar û şertên wê wesifand.

Diyar Hiso bang li rêveberiya mîhrîcan û organîzatorên wê kir ku têkildarî qedexekirina pêşandana fîlmê daxuyaniyekê bidin raya giştî ya Kurdistanê û sedemên wê eşkere bikin.

Çêker û alîkarê derhêner Diyar Hiso di dawiyê de got wan bi rêya daxuyaniyekê helwesta xwe nîşan da û hin sînemavanan jî ev yek rexne kir. Diyar Hiso da zanîn ku ew hewl didin ev helwest dubare nebe da ku çanda Kurdistanê dewlemendtir bibe.

(fr)

ANHA