Ehmed Şêxo: Fikrê Ocalan ji bo gelan sîstemeke yekbûyî ya azadî û demokrasiyê ye

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Ehmed Şêxo got, rêber APO ji bo mirovahî û piraniya gelan bûye pergelek yekbûyî ya azadî û demokrasiyê ye û anî ziman ku berdewamakirina tecrîdê  rê li ber her çareseriyeke demokratîk ji doza Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê û herêmê digire.

Ehmed Şêxo: Fikrê Ocalan ji bo gelan sîstemeke yekbûyî ya azadî û demokrasiyê ye
21 kanûn, 2021   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Nivîskar û lêkolînerê Kurd ê sûrî Ehmed Şêxo di hevpeyvînekê li gel ANHA'yê de anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan felsefeya jiyana azad û demokatîk,  her wiha têkoşîna domdar a serkeftinî û azadiya jinan destnîşan kir. Şêxo însiyatîfên ku ji bo rakirina tecrîdê hatine ragihandin silav kir û got: "Ev yek di çarçoveya xwezayî ya tevgera exlaqî, mirovahî, siyasî û qanûnî ya gelên herêmê û cîhanê û gelê Kurd a ji bo parastina xwe û nasnameya xwe ya azad û demokratîk de tê.”

Hevpeyvîn wiha ye:

Desthilata Tirk tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, gihaşt asta ku meşa di qada girtîgehê de û hevdîtina bi malbat û parêzeran re qedexe bike. Bi nêrîna we sedemên sereke ji van kiryarên li dijî rêber Abdullah Ocalan çi ne?

Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe, bi partiya xwe, bi gelê xwe û bi pêşniyara xwe ya neteweya demokratîk,  bi konfederalîzma demokratîk û bi modernîteya demokratîk,  aliyên neteweyî, erdnîgarî, olî û zayendî derbas kir. Rêber Abdullah Ocalan  felsefeya jiyana azad û veguherîna demokratîk, têkoşîna domdar û serkeftî û azadiya jinê destnîşan dike. Di encamê de rêber APO ji piraniya gelan û mirovahî re bûye pergaleke yekbûyî ya azadî û demokrasiyê, ji ber ku alternatîfê yekane ye ku dikare ji hemû pirsgirêkên li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê re çareseriyan pêşkêş bike, her wiha ji bo hegemonyaya cîhanî û kirinên wê yên talankirinê û amûrên wê yên ji dewletên netewe, îslamî û bindestiyê pêşniyareke alternatîf pêşkêş dike.

Rêbertî bi berxwedanî û rêbazê xwe yê taybet dikarî li ber xwe bide, xwe û gelê xwe ji mirinê rizgar kirin. Ji wê zêdetir çareseriyên demokratîk, biratiya gelan û  jiyana hevbeş pêşkêş kirin. Li vir hêzên hegemonyaya cîhanê girîngî, hêz, serxwebûn û karîna rêbertiyê ya bandorkirina li ser aktorên demokratîk ên Kurd û li tevahiya herêmê û cîhanê, hêzên wan ên civakî û demokratîk û stratejiyên ku ji aliyê wan ve hatine xêzkirin, fêm kirin. Ji ber vê yekê hê jî di tecrîda ku di şexsê rêber Abdullah Ocalan de tê wateya mirina gelê Kurd, hêzên demokratîk û gelên azadîxwaz de israr dikin.

Di deh salên dawî de û bi rewşên tevgerên ciwanan û gel re, hêzên hegemonyaya cîhanê û alava wê ya wezîfekar an ku dewleta Tirk têgihiştin ku rêber Abdullah Ocalan  bi fikir û nêrînên xwe bandor li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derve û li gelên herêmê yên serhildêr û azadîxwaz û demokrasîxwaz kir. Ji ber vê yekê hêzên hegemonyaya cîhanê bi rêya wekîl û alava xwe ya dewleta dagirker, qirkir û faşîst a Tirk tecrîdeke giran li ser wî ferz kir. Bi vê yekî hêzên hegemonîk tevahî qanûnîn mirovî, ewropî, her wiha qanûnên ku Tirkiyê bi xwe danîne, derbas kirin, ji ber ku ev hêz pir ji nêrîn û fikirên rêbertî û bandora wî li têkoşînên azadî û demokrasiyê yên li herêmê û cîhanê ditirsin.

Ya ku dewleta Tirk ji 2011'an ve li dijî rêbertî dike, ku nahêle parêzer û malbata wî wî bibînine, birîna cezayan û afirandina hincetên ne rast, tevahî dikevin çarçoveya binpêkirin, çewisandina hiqûq û qanûnan. Ev hemû li gel bêdengiya civata navneteweyî tê kirin ku bi Tirkiyê re di siyasetên wê yên qirkirin û tecîrda li dijî rêbertî û gelê Kurd û doza demokratîk a li herêmê de tevkar e. Ji vê diyar dibe ku lihevkirinên veşartî yên wê demê yên di navbera îstîxbaratên pergalên hegemonyaya cîhanê û Tirkiyê de berdewam in. Tevî ku helwestên hin dewletên ku beşdarî komploya navneteweyî ya di şexê rêber Ocalan û PKK'ê  de li dijî gelê Kurd û xeta demokrasiyê ya li herêmê bûn, hatin guhertin, lê lihevkirin berdewam e.

Gelê Kurd û Kurdistanê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi stratejiyeke plankirî ji bo qirkirina kurdan bi nav dikin. Hûn vê helwestê çawa dinirxînin?

Rast e mirov bibêje nêzîkatiya ku hêzên hegemonyaya cîhanê û amûra wê ya dewleta faşîst a Tirkiyeyê ya li hemberî rêber Abdullah Ocalan nîşan dide, heman helwestên hêzên hegemonîk ên cîhanê yên  li hember gelê Kurd û têkoşîna ji bo azadî û mafên xwe yên xwezayî û ber bi demokrasiya herêmê ve ye. Bê guman mayîna girîngtirîn pêşengên azadiya gelê Kurd û hêzên demokratîk û civakî yê herêmê ev 23 sale di girtîgehê de tê wateya berdewama qirkirina gelê Kurd û pêşkêşnekirina tu çareseriyên demokratîk ji doza gelê Kurd û dozen niştimanî re. Di heman demê de tê wateya rêgirtina li ber her hewldaneke avakirina demokrasiyên rasteqîn.

Mixabin madem girtîgeh û tecrîd li dijî rêber Abdullah Ocalan hene, ev wateya ku helwestên berê yên hêzên cîhanî û alîkrên wê yên herêmî berdewam in. Van hêzan ji bilî mirin, koletî, çokdanîn, zilm, asîmîlasyon û destberdana ji kurdiyatiya azad a rasteqîn, tiştek ji kurdan re pêşkêş nekirine.

Çareserkirina pirsgirêka kurdî û pêkanîna îstiqrar, aştî û ewlehî lê herêmê bi vê yekê pêkane;  divê pergalên hegemonyaya cîhanê û alîkarên wê dest ji siyastên tecîrd, girtin û mirina hêdî ya li ser rêber Abdullah Ocalanû gelê Kurd berdin.

Bi nêrîna we, çima rêxistinên têkildar mîna rêxistina mafên mirovan û CPT tu helwestên rasteqîn li hemberî binpêkirinên li dijî rêber Abdullah Ocalan nedane, tevî ku CPT'ê di raporeke xwe de piştrast kir ku binpêkirin li girtîgeha Îmraliyê hene?

Nêzîkatiya navneteweyî di mijara girtina rêber APO û pirsgirêka Kurd û demokrasiya li herêmê de, nêzîkatiyeke siyasî û otorîter e, her wiha bi rêya dewletên ku parçeyên Kurdistanê dagir kirine, ji bo bidestxistina talanî û hegemonya li ser herêmê ye. Di heman demê de ji bo ku pirsgirêka Kurd di rewşeke bêçare bihêlin, desthildarî, netewperestî û îslamparêz di bin kontrola xwe de dihêlin û gelên xwedî demokrasiyên temsîlkar nerasterast xapandin da ku nakokiyan biparêzin û stratejî û siyasetên xwe bikar bînin.

Em nikarin tenê aliyê qanûnî an erkê wezîfî yên hin saziyên mafên mirovan bigirin dest. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê CPT'ê binpkirinên mafan ku li Îmraliyê têne kirin, dizane. Lê diyar e hin bandorên sereke yên pergala hegemonyaya cîhanê hene ku nahêlin CPT rola ya dayîna daxuyaniyan li ser binpêkirinên Tirkiyê yên di girtîgeha Îmraliyê de li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din, bi cih bîne.

Her wiha ev rêxistin li gorî çarçoveyên navneteweyî yên ku ji navendên siyasî û stratejîk ên pergala cîhanî û modernîteya wê  ve hatine derxistin, ne li gorî qanûnên ku xwe tê de pêşkêşî cîhanê dikin, tevdigerin. Ev rêxistin di heman xeta pergala cîhanî ya li hember doza gelê Kurd û dozên demokratîk ên herêmê de ye. Tevangere,  heger tevbigere jî bi derengî ye û li gorî armancên aliyên ku wê didin tevgerkirin finansekirin e.

Ruxmî ku Tirkiyê tevahî qanûn derbas kirine û komkujî û qirkirin li dijî kurdan û gelên herêmê kirine, lê em dibînin ku tu nêzîkatiyên cîdî nîn in û ceza li hemberî nayên birîn. Tevî hemû nuxumandinên ji aliyê Ewropa û Amerîkayê  ve yên li ser pêkanînên Tirkiyê yên li dijî rêber APO û gelê Kurd, ev welat ji ber barbarî, wehşet, sûc, tecrîd û mirina hêdî ya ku rayedarên Tirk  li dijî Kurdan sepandine, matmayî dimînin. Ji ber vê yekê carinan dibe ku hin ji van saziyan li vir an li wir bêyî şopandin an cidiyet daxuyaniyeke şermok bidin.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de têgeha neteweya demokratîk pêşkêş kir. Beşên rewşenbîr û siyastmedar ên Rojhilata Navîn dibînin ku fikirên Abdullah Ocalan çareserî ji pirsgirêkên gelên welatên ereban û Rojhilata Navîn re dîtine. Hûn van daxuyaniyan çawa şîrove dikin?

Cîhan û herêm di aloziyeke giran de ne, ne mumkine ku li gel vê aloziyê,  bêyî guhertina sazumanî û zihniyeta pergala serdest jiyan dewam bike. Li herêma Rojhilata Navîn civak û gelên wê rewşeke valahiya fikirî, siyasî û çandî heye. Her wiha binkeftina amûrên projeya Rojhilata Navîn a mezin an ya nû heye. Neteweperastî û îslamparêzî yên ji derve xwe li ser gelên herêmê û dewletên wan ferz kirine. Lew re bi dehên salên dawî û bi hilweşîna dewletan, pergal û bi lawazbûna hêzên siyasî û tunebûna alternatîfên demokratîk û civakî yên rasteqîn ên durist re, nêrînên rêber APO, parêznameyên wî, çareserî û alîternatîfên ku pêşêkş kiriye bala gelek civak û gel, dewlet û hêzên wan kişandin, nemaze li gel berxwedana serkeftî ya kesên ku fikirên rêber Abdullah Ocalan pêk anîne. Rast e mirov bêje ku bi felsefeya rêber APO û projeya wî ya neteweya demokratîk DAIŞ'ê li herêmê hate têkbirin. Bi vê yekê em dikarin bêjin ku cîhan, dewlet û gelên wê di serketina kurdan û hevalbendên wê yên li hemberî DAIŞ'ê de deyndarê rêber APO ye.

Bi nêrîna we encamên tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li ser asta Kurdistan û Tirkiyê çi ne?

Berdewama tecrîdê û girtina rêber Abdullah Ocalan rê li ber her çareseriyeke demokratîk ji bo doza kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyê, herêmê û dewletên digire.

Madem ku tecrîd navnîşana nêzîkabûna cîhanî û Tirkiyê, di kesayeta rêberê wê de li hemberî gelê Kurd e, parelel wê dewleta dagirker a qirkirin a faşîst a Tirkiyê kîmyewî li dijî gelê Kurd dewam bike. Dagirkirin, qirkirina etnîkî û guhertina demokratîk mîna ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li hemberî kurdan û gelên herêmê hatine kirin encamanên vê nêzîkbûnê ne. Li vir ev tiştekî xwezayî û mentiqî ye, lê belê erk e ku divê hêzên azadîxwaz û demokratîk yên Kurd û hêzên xweparastinê ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe tê bikoşin, mîna ku Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad (YJA-Star) ji bo parastina gelê Kurd û gelên herêmê ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û artêşa wê ya dagirker têkoşînê dikin.

Heger Tirkiyê û kesên li pey wê dev ji siyaseta tecrîdkirin û mirinê li dijî gelê Kurd û rêberê wê berde wê pêvajoyeke nû dest pê bike. Tirkiyê hîn di serdema Erdogan de tecrîdê dimeşîne û giran dike, operasyonên qirkirinê li dijî gelê Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê, di heman demê de li parçeyên din zêde dike. Heger Tirkiyê dev ji siyaseta tecrîdkirin û qirkirinê berde nede, şert û merc çi dibin bila bibin wê gelê Kurd û rêber Ocalan di mafa xwe yê parastina hebûna xwe de berdewam bin.

Bêyî azadiya rêber APO dê pêkanîna îstiqrar, aştî û ewlehî li herêmê ne pekan e. Bi pêkanîna çareseriya demokratîk ji doza kurdî re û bi misogerkirina mafên wê di xwerêvebirina herêm û beherêmên xwe de, wê herêm ber bi azadî û demokrasiyê ve biçe.

Dema dawî de ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û cîhanê gelek însiyatîf hatin ragihandin. Hûn van însiyatîfan çawa dinirxînin? Gelo têrê dike ku tecrîdê bi dawî bike an ne?

Însiyatîfên ku gelê Kurd û dostên wê yên azadxwaz li cîhanê ragihandine, di çarçoveya xwezayî ya tevgera exlaqî, mirovahî, siyasî û qanûnî ya gelên herêmê û cîhanê û gelê Kurd di parastina xwe û nasnameya xwe ya azad û demokratîk de tê. Ji ber ku li cîhanê pir  gel û gelek beşê rewşenbîrî, hunerî, çandî û siyasî, xwe û azadiya xwe û pêşeroja xwe ya ronî di azadiya rêber Abdullah Ocalan, pêkanîna felsefe, nêrîn û modernîteya wî ya demokratîk de dibînin. Ev modernîteya demokratîk xwe dispêre van lingên sereke; neteweya demokratîk aboriya civakî ya demokratîk û pîşesaziya ekolojîk.  Modernîteya demokratîk li hemberî yekdestdariya ku modernîteya pergala cîhanê ya hegemonîk a kapîtalîzmê bi stûnên wê (netew-dewlet, kapîtalîzm, pîşesazî û virtual) pêş xistiye.

Dibe ku ev însiyatîf û kampanyayên daxwaza azadiya rêbertî, li gel hewldanên mezin ên Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Jinên Azad YJA-Star û berxwedana piralî rêya rast biafirîne û wê azadiya rêber APO, gelê Kurd û doza demokratîk ji bo raya giştî û cîhanê  bibin  rojevên wan ên herî girîng û  dê hêzên hegemonyaya cîhanî û amûrên wan mîna dewleta Tirk, neçar bike ku dev ji tecrîdê, nêzîkatiya xwe ya dijminatiyê ya li hemberî rêber Ocalan, gelê Kurd û pirsgirêka demokratîk a herêmê berde.

ANHA