Gedo: Girtina deriyên sînor xizmeta gelê Rojava û Başûr nake-HATE NÛKIRIN

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo got Girtina deriyên sînor xizmeta gelê Rojava û Başûr nake û bang li PDK'ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Gedo: Girtina deriyên sînor xizmeta gelê Rojava û Başûr nake-HATE NÛKIRIN
21 kanûn, 2021   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya dayikên şehîdan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku 28'ê Tebaxê bi destê çekdarên PDK'ê de şehîd bûne, di roja xwe ya 78'an de berdewam dike. Hêzên PDK'ê li şûna ku banga malbatên şehîdan û gel bibersivîne, deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd girtin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê di 19’ê vê Kanûnê de di civîneke çapemeniyê de got, PDK’ê bi hinceta lidarxistina çalakiya konvendaê derî girtine.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji ajansa me re axivî û berxwedana dayikên şehîdan û çalakvanên li deriyê Sêmalkayê silav kir û wiha got: "Em dengê xwe tev li dengên dayikan dikin ku banga radestkirina cenazeyên şehîdan xwe dikin. Lê diviyabû hikumeta herêma Kurdistanê ji destpêkê ve bangên wan biberisivanda."

Salih Gedo anî ziman ku li gorî urf û adatên kurdan nabe cenazeyên şehîdan werin ragirtin û divê li hember van urfan rêz were girtin. Her wiha got, ev nêzîkatî gelê Kurd bi fikar dike.

‛GIRTINA DERGEHÊ KIRYAREKÎ NE LAYIQ E’

Gedo got, girtina deriyê Sêmalka ji hêla hikumeta Başûrê Kurdistanê ve kiryarekî ne durist e û diviyabû ne bi vî rengî, lê bi diyalogan nakokî bihatana çarekirin.

Gedo diyar kir ku herêmên Rojavayê Kurdistanê ji tevahî aliyan ve dorpêçkirî ye û ev tişt got: " Derdora me bi newaleke guran hatiye dorpêçkirin, tevahî deriyên sînor girtîn in, tevahî dewlet bi taybet dewleta Tirk a dagirker siyaseta gefan bi kar tîne û girtina derî zirarê bi gelê me dike."

 

 

 

 

Gedo da zanîn ku deriyê Sêmalka/Pêşxabûr ji bo gel rizgarî ye û divê lez were vekirin û ev tişt lê zêde kir: "Ez di wê baweriyê de me ku her aliyekî xwedî giyanê kurdewariyê, bi gelê xwe re disekine, êşa wê hîs dike û nabe derî bigire."

'EV KİRYAR BANDORÊ Lİ TÊKİLİYÊN KURDİSTANÎ DİKE'

Salih Gedo diyar kir ku mîna van kiryaran bandorê li têkiliyên Kurdistanî dike û wiha domand: "Di demekê de ku li dijî gelê Kurd gef û êrişên dijmin hene, divê em li ser çawaniya parastina rûmeta gelê xwe nîqaş bikin û bi rêya diyalogan nakokiyan çareser bikin."

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo di dawiya axaftina xwe de got: "Girtina deriyên sînor xizmeta gelê Kurd ê li Rojava û Başûr nake, ev derî xwedî taybetmendiyên neteweyî û Kurdistanî ye, du parçeyên Kurdistanê bi hev ve girê dide. Divê em parastina vî derî bikin."

(fr)

ANHA