ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-12-2021
21 kanûn, 2021   00:00

- Li Sêmalkayê çalakiya malbatên şehîdan a  ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 78'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan di roja sêyemîn de li qada Şehîd Egîd ya li Kobanê bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê şehîd Lezgîn Osman li goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Kantona Kobanê civîna xwe ya salane li hola Komîteya Lihevanînê ya bajarê Kobanê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çêker û alîkarî derhêner ê fîlmê "Ji bo azadiyê" got, dewleta Tirk zexteke siyasî kir û nehişt ku fîlm di mîhrîcana li Silêmaniyê de were pêşandan û got: "Ji ber di naveroka fîlmê de berxwedana Rêveberiya Xweser, gel û vîna wê li dijî dagirkeriya Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û lêkolînerê siyasî Ehmed Şêxo got, rêber APO ji bo mirovahî û piraniya gelan bûye pergelek yekbûyî ya azadî û demokrasiyê ye û anî ziman ku berdewamakirina tecrîdê  rê li ber her çareseriyeke demokratîk ji doza Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê û herêmê digire. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Di sala 2021'ê de li cîhanê gelek bûyerên girîng qewimîn. Vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê, zêdebûna tevliheviya li Ukraynayê, qelsbûna aboriya Tirkiyê û dan û standinên nukleerî yên Îranê, ji bûyerên girîng ên îsal in. (BI WÊNE).

- Têkildarî xwestekên herêmî û navneteweyî yên ragihandina nexşerêya bidawîkirina krîza Tunisê, serokê Tunisê Qeys Seîd nexşerêyek pêşkêş kir. Li ser vê yekê şîrovekarekî siyasî da zanîn ku dê paşguhkirina aboriyê di nexşerêyê de Seîd tevlihev bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di zîndanên dewleta Tirk de, nemaze di demên dawîn de girtî jiyana xwe ji dest didin. Garîbe Gezer, Halîl Guneş û Abdulrezak Suyur tenê çend ji wan e. Heke ev yek normal bê dîtin û wekî ku tiştekî asayî be, were nirxandin, dê şaş be û her wiha ji bo bîranînên wan ên şoreşgerî jî dê neheqî be.

KURDISTAN

- Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo got, yê ku sûdê ji girtina deriyên sînor digire dijminê kurdan e û yên ku rihê kurdewarî li gel wan hebe derî nagire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên Helebê diyar kir ku ger PDK`ê ne hevalbeda dewleta Tirk ba li hemberî êrişên li ser Şengalê bêdeng nedima. Her wiha got, hikumeta Iraqê bi bêdengiya xwe rê li pêşiya berdewamkirina sûcên li dijî civaka êzidî vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma rojhilat a Dêrazorê Mihemed Zayîd got, hikumeta Şamê piştî ku di vegerandina herêmên bi rêbazên leşkerî de bi bin ket, hewl dide bi rêya şerê taybet û "Lihevhatinan" vîna gelê herêmê bişkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA