​​​​​​​Êzidiyên Helebê: Bêdengiya hikumeta Başûr sedemeke domandina sûcên li dijî êzidiyan e

Êzidiyên Helebê diyar kir ku ger PDK ne hevalbenda dewleta Tirk bûya li hember êrişên li ser Şengalê bê deng nedima. Li aliyekî din jî hikumeta Iraqê bi bêdengiya xwe rê li pêşiya berdewamkirina sûcên li dijî civata êzidî vedike.

​​​​​​​Êzidiyên Helebê: Bêdengiya hikumeta Başûr sedemeke domandina sûcên li dijî êzidiyan e
21 kanûn, 2021   07:34
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk a dagirker hîna jî êrişî gund û navçeyên Şengalê dike, civaka êzidî dike armanc û sûcan li dijî wan pêk tîne.

Dewleta Tirk a dagirker 7`ê vê mehê bi balafirên bêmirov erebeya hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel kir hedef û di encamê de şehîd bû û her du zarokên wî jî birîndar bûn. Her wiha 11`ê heman mehê bi balafirên şer avahiya Meclisa Gel a Xanesorê kir hedef.

Têkildarî mijarê êzidiyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê şermezar kirin û li hember van sûcan soza bilindkirina têkoşînê da.

ꞌDEWLETA TIRK HEWL DIDE VÎNA CIVAKA ÊZIDÎ BIŞIKÎNEꞌ

Welatiya bi navê Yildiz Marko êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina welatparêzan ku nûnertiya civata êzidî ya azad dikin, hewldana şikandina vîna gel dike."

Yildiz Marko bal kişand ser rewşa Şengalê dema DAIŞ`ê dagir kiribû û wiha dewam kir: "Dema DAIŞ`ê Şengal dagir kir, PDK`ê piştgiriya civata êzidî nekir û wan di nav hovîtiya DAIŞ`ê de hişt. Lê îro em xwedî hêz in, parastina me, destkeftiyên me û herêmên me dikin."

Yildiz Marko da zanîn ku bi saya YPG, YPJ û HPG`ê, Şengal ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin, Rêveberiya Xweser hate avakirin û gel xwe bi rêxistin kir û wiha pê de çû: "Lê PDK`ê û dagirkeriya Tirk vê vînê dikin armanc ji ber ku xizmeta wan nake."

Yildiz Marko destnîşan kir ku xwestekên dewleta Tirk dê pêk neyên ji ber ku civata êzidî ji berê hişyartir e û xwe bi rêxistin kiriye û got: "Gel bi rêya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nasnameya xwe nas kir."

ꞌPDK HEVALBENDA DEWLETA TIRK Eꞌ

Li aliyekî din jî Mêrvan Berekat sûcên dewleta Tirk ên li dijî civata êzidî pêk tîne şeremzar kirin, ji van sûcan hedefgirtina avahiya Meclisa Gel a Xanesorê.

Derbarê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hember sûcên dewleta Tirk de, Mêrvan Berekat wiha got, ger PDK`ê ne hevalbenda dewleta Tirk ba dê li hember wan sûcan bê deng nedima.

ꞌBÊDENGÎ SÛCAN ZÊDETIR DIKEꞌ

Welatiya bi navê Zehîde Mihemed piştrast kir ku kiryarên dewleta Tirk derheqê civata êzidî pêk tîne, dermirovî ne û ev lê zêde kir: "Ji sûcên dewleta Tirk re êdî bes e û bila cîhan rijandina xwîna Kurdan rawestîne."

Zehîde Mihemed îşaret pê kir ku divê ew li dijî sûcên dewleta Tirk yek bin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Zehîde Mihemed got sedemên berdewamkirina dewleta Tirk a dagirker pêkanîna sûcên li dijî êzidiyan, vedigerin bêdengiya civata navneteweyî û hikumeta Iraqê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hesab ji dewleta Tirk naxwazin û ew jî hê zêdetir sûcan pêk tîne."

(eh)

ANHA