YRA û saziyên têkildarî ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist

Bi vexwendnameya YRA’yê û di çarçoveya hevkariya navbera nivîsgehên ragihandinê û YRA’yê de ya têkildarî ragihandinê, xebata ragihandin û rêbazên geşkirina hevkariya hevbeş di nava saziyan de  civîneke berfireh bi nûnerên saziyên têkildarî ragihandinê yên Rêveberiya Xweser re hat lidarxistin.

YRA û saziyên têkildarî ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist
YRA û saziyên têkildarî ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist
YRA û saziyên têkildarî ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist
20 kanûn, 2021   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi vexwendnameya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) civîneke berfireh bi nûnerên saziyên ragihandinê yên têkildarî karûbarên ragihandinê yên Rêveberiya Xweser re hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mela Îbrahîm, Hevserokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Herêma Cizîrê Riyad Yûsif, Gerînendeyê Nivîsgeha Ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî, gerînendeyê Nivîsgeha Ragihandina YPG’ê Siyamend Elî, endamê rêveber ê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdullah Sedon amade bûn.

Duh, 19.12.2021 di nivîsgeha yekitiyê de bi beşdariya hevserokatiya yekitiyê civînek hat lidarxistin. Ew civîn di çarçoveya koordînakirina navbera nivîsgehên ragihandin û YRA’yê de ya têkildarî ragihandin, xebata ragihandin û rêbazên geşkirina hevkariya di navbera saziyan de ku bikeve xizmetî ragihandinê û rewşa wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were bipêşxistin, hat lidarxistin.

Di civînê de gelek xalên girêdayî rewşa ragihandin û astengiyên li pêş xebata ragihandinê û rojnamegeran, sûcên li dijî hin rojnamegeran an jî saziyên ragihandinê hatin nîqaşkirin. Her wiha kiryarên derexlaqî yên hin rojnameger û saziyên ragihandinê li hember qanûna ragihandinê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, hatin nîqaşkirin.

Ev civîn, ji rêzecivînên di navbera saziyên ragihandin û YRA’yê de ku li ser li hev kirine, hat lidarxistin. Armanca wê hevkarî û rêxistina xebata ragihandinê û sekna li hember zêdegavî, binpêkirin û kiryarên ji tevahî aliyan ve, çi rojnameger çi saziyên ragihandinê dibe yên saziyên Rêveberiya Xweser dibe.

Dê civînên mîna vê di rojên pêş de werin lidarxistin.

(fr)

ANHA