Panoramaya 2021`an a bûyerên li seranserê cîhanê

Di sala 2021'ê de li cîhanê gelek bûyerên girîng qewimîn. Vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê, zêdebûna tevliheviya li Ukraynayê, qelsbûna aboriya Tirkiyê û dan û standinên nukleerî yên Îranê, ji bûyerên girîng ên îsal in.

Panoramaya 2021`an a bûyerên li seranserê cîhanê
21 kanûn, 2021   01:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2021'an de hin serok û partî ji desthilatê ketin û hinek din li şûna wan cih girtin. Her wiha aboriya Tirkiyê ber bi têkçûnê ve diçe û lîreya tirkî di dawiya salê de gihaşt asta herî nizm. Her wiha di demekê de ku guherîna avhewaya cîhanê bi pêlên tundtir re rû bi rû ye, krîz û şer li seranserê cîhanê berdewam in.

DORPÊÇA LI SER QETERÊ HATE RAKIRIN Û BIDEN BÛ SEROKÊ DYA`YÊ

Di 4`ê Çileyê de dewletên Kendavê li ser rakirina dorpêça li ser Qeterê, rojekê beriya civîna Lûtkeya Bilind a li Erebistana Siûdî li hev kir.

Di 6`ê Çileyê de serhildêrên ku piştgirî didan hewldanên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump betalkirina hilbijartinên serokatiyê yên 2020'an, êriş birin ser avahiya Kongreyê.

Di 7`ê Çileyê de Senatoya Amerîkayê û Meclisa Nûneran namzetê Partiya Demokrat Joe Biden ji bo serokatiya Amerîkayê pesend kirin.

Di 17`ê Çileyê de polîsên Rûsyayê, muxalîfê Rûsyayê Aleksey Navalnî girt. Di 2'yê Sibatê de dadgeha Moskovê 3 sal û nîv cezayê girtîgehê da wî. Aleksey Navalnî di 31'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû, lê ji ber ku doktorên sivîl serdana wî nekir, di 23'yê Nîsanê de greva birçîbûnê bi dawî kir.

Di 20'ê Çileyê de Joe Biden wek serokê 46'emîn a DYA’yê hate hilbijartin.

Di 26'`ê Çileyê de yekemîn pêwendiya telefonê di navbera serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden û hempîşeyê wî yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de pêk hat.

ÊRIŞÊN LI SER BAREGEHÊN LEŞKERÎ YÊN AMERÎKAYÊ YÊN LI IRAQÊ ZÊDE BÛN

Di 5'ê Sibatê de Mihemed El-Menfî bû Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê û Ebdulhemîd Dabîbe jî bû serokwezîr.

Di 16'ê Sibatê de baregeheke leşkerî ya Amerîkayê li Başûrê Kurdistanê bi moşekan hate hedefgirtin, di encamê de karmendekî sivîl hate kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn ku di nav wan de leşkerekî amerîkî jî hebû.

Di 2’yê Adarê de Yekitiya Ewropayê (YE) li ser bingehê zor li muxalîfê rûsî Alexei Navalny û alîgirên wî kirin, cezayên nû li ser Rûsyayê ferz kirin.

Di 28'ê Sibatê de Tehran û Enqereyê daxwaz ji balyozên xwe kir ku ji bo protestokirina daxuyaniyên li ser hebûna Tirkiyê li Iraqê bên ber Wezareta Derve.

Di 3'yê Adarê de baregeha hewayî ya Eyn El-Esed a li Iraqê ku mazûvaniya hêzên DYA'yê û koalîsyonê dike, hate hedefgirtin.

Di 10'ê Adarê de rêveberiya Joe Biden yekemîn cezayên xwe li ser rayedarên Îranê ferz kirin.

Di 17'ê Adarê de serokê DYA’yê Joe Biden got ew difikire ku hempîşeyê wî yê Rûsyayê Pûtîn "kujer" e.

Di 23’yê Adarê de nêzî 6 mîlyon nîv îsraîlî çûn navendên dengdanê ji bo hilbijartinên pêşwext û çaremîn hilbijartinên qanûnî yên di nav 2 salan de.

LI URDINÊ HEWLDANA DERBEYÊ Û DESTPÊKIRINA DAN Û STANDINÊN NUKLEERÎ

Di 3’yê Nîsanê de li Urdunê hewl hate dayîn ku derbe pêk were û hêzên ewlekariyê jî serokê berê yê dîwana qraliyetê, Basim Îbrahîm Ewadallah û Şerîf Hesen Bin Zeyd ku ji malbata qiraliyetê girtin. Saziyên ewlehiyê daxwaz ji birayê Abdullah kir ku dev ji kiryarên ku ewlehî û aramiya welat dikin hedef, berde.

Di 5'ê Nîsanê de serokê Rûsyayê Pûtîn erêkirina xwe ya dawî da yasayekê ku destûrê dide wî ku du heyamên din ên şeş salan wekî serok kar bike û tekez kir ku dikare heya 2036'an li ser desthilatê bimîne.

Di 6'ê Nîsanê de gera yekemîn a dan û standinên nûkleerî li Viyanayê dest pê kir û 6 gerên binkeftî pêk hatin û di 29'ê Mijdarê de dest pê kir û gera heftemîn hîn jî berdewam e.

Di 6'ê Nîsanê de serokê Îsraîlê Reuven Rivlin ji bo avakirina hikumetê Benjamin Netanyahu erkdar kir, piştî têkçûna wî jî Yair Lapid di 5'ê Gulanê de ji bo avakirina hikumeta nû hat erkdarkirin.

ŞERÊ KEŞTIYAN DI NAVBERA ÎSRAÎL Û ÎRANÊ DE

Di 7'ê Nîsanê de Îranê piştrast kir ku keştiyeke di encama teqînekê de li Deryaya Sor bi awayekî sivik zirar dît.

Di 10'ê Nîsanê de Îranê desteserkirina 2 rêzên nû yên santrîfujên nûjenkirî ragihand ku rê dide dewlemendkirina uranyumê.

Di 11'ê Nîsanê de li navenda Îranê navendeke dewlemendkirina nukleerî rastî êrişê hat û di 12’yê Nîsanê de Îranê Îsraîl bi êrişê sûcdar kiribû.

Di 13’yê Nîsanê de Îran bi berpirsyariya êrişa moşekî ya li ser keştiyeke bazirganî ya şîrketeke Îsraîlî ku li avên Kendavê li Îmaratê hate sûcdarkirin.

Di 15'ê Nîsanê de Amerîkayê ji bo bersivdana destwerdana di hilbijartinên serokatiyê yên sala 2020'an de, rêzesizayên darayî li dijî Rûsyayê ragihand û 10 dîplomatên Rûsyayê dersînor kirin. Di roja din de Rûsyayê jî bi heman rengî bersiva da; dîplomatan qewitandin û derbasbûna berpirsên payebilind ên Amerîkayê ji bo welatê xwe qedexe kir.

Di 17'ê Nîsanê de Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya piştrast kir ku Îranê di navenda Natanzê de dest bi dewlemendkirina uranyumê heta rêjeya ji sedî 60, kiriye.

Di 18'ê Nîsanê de baregeha hewayî ya Balad a leşkerî ya li Iraqê ku leşkerên Amerîkayê tê de ne, bi 5 moşekan hate hedefgirtin.

Di 24'ê Nîsanê de Joe Biden qirkirina li dijî Ermeniyan nas kir, ew bû yekemîn serokê DYA’yê ku kuştina mîlyonek û 500 hezar Ermenî bi destê Împaratoriya Osmanî di sala 1915'an de wekî qirkirin bi nav dike.

ŞERÊ DI NAVBERA ÎSRAÎL Û TEVGERA HEMASÊ DE

Di 1'ê Gulanê de polîsên Tirk li Stenbolê bi dehan kesên ku hewl didan meşa 1’ê Gulanê birêxistin bikin, binçav kirin.

Di 5'ê Gulanê de hevdîtinên li ser asta wezaretên derve yên Misir û Tirkiyê dest pê kir.

Di 10'ê Gulanê de, di navbera Hemas û Îsraîlê de şerê dawî dest pê kir û di 21'ê Gulanê de bi dawî bû, di encamê de 230 filistînî û 12 Îsraîlî hatin kuştin.

Di 11'ê Gulanê de ji bo hilbijartinên serokomariya Îranê deriyê namzetiyê hate vekirin.

Di 23’yê Gulanê de Tehranê bi dawîkirina peymana çavdêriya nukleerî ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re ragihand.

Di 2’yê Hezîranê de parlamentoya Îsraîlê Îshaq Herzog wekî serokomar hate hilbijartin.

Di 13’yê Hezîranê de Knesset a Îsraîlê bawerî da hikumeta koalîsyonê ya bi serokatiya Naftali Bennett û serdema Netanyahu bi dawî kir.

Di 16'ê Hezîranê de civîna yekemîn a di navbera Serokê DYA’yê Joe Biden û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de li Cenevê pêk hat.

Di 18'ê Hezîranê de Neteweyên Yekbûyî (NY) piştrast kir ku hejmara mirovên ku ji şer, tundî, çewsandin û binpêkirinên mafên mirovan reviyane di sala 2020'ê de gihaştiye 82,4 mîlyon kes.

Di 19'ê Hezîranê de muhafezekarê tundraw Îbrahîm Raîsî di hilbijartinên serokomariya Îranê de bi ser ket.

Di 23’yê Hezîranê de Kongreya Berlîn 2 a li ser Lîbyayê li Almanyayê hat lidarxistin û tê de piştrastkirin ku divê çete ji Lîbyayê derkevin û lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de pêk hat.

Di 27'ê Hezîranê de mûxalifên Eniya Rizgariya Tigrayê kontrolkirina paytexta herêmê Meklî ragihandin û hêzên hikumetê jê derxistin.

Di 29'ê Hezîranê de li gelek herêmên Lubnanê ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê hikumetê ve xwepêşandan hatin lidarxistin.

SEED EL-HERÎRÎ JI BER AVANEKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ LÊBORÎN XWEST

Di 1'ê Tîrmehê de ji bo îstifakirina hikumeta Sûdanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di 6'ê Tîrmehê de Etiyopya ji destpêkirina qonaxa duyemîn a tijîkirina gola Bendava El-Nehda, Misir agahdar kir û bidawîbûna wê di 19'ê Tîrmehê de ragihand.

Di 15'ê Tîrmehê de serokwezîr Seed El-Herîrî ji bo avakirina hikumeta nû ya Lubnanê lêborîna xwe xwest.

Di 25'ê Tîrmehê de serokê Tunisê Qeys Seîd serokwezîr ji kar dûr xist, rayedarên parlementoyê cemidandin, ji bo mehekê desthilatiya serokatiyê bi dest xist.

Di 26'ê Tîrmehê de serokê Lubnanê Mîşel Ewn erka avakirina hikumetê da Necîb Mîqatî.

Di 30'ê Tîrmehê de rêya peravê ya di navbera rojhilat û rojavayê Lîbyayê de bi awayekî fermî hat vekirin.

TALÎBANÊ EFGANISTAN XIST BI SERWERIYA XWE

Di 15'ê Tebaxê de piştî ku serokê Efganistanê ji welêt reviya, paytexta Efganistanê ket destê Talîbanê.

Di 31'ê Tebaxê de leşkerê dawî ya amerîkî ji balafirgeha Kabulê vekişî.

LI MEXRIBÊ TEVGERA ÎXWANAN HILWEŞIYA

Di 7'ê Îlonê de koçberiya neqanûnî ku ji hêla serokê Belarus ve tê birêxistinkirin, zêde bû.

Di 9'ê Îlonê de encamên hilbijartinên parlemantoyê yên Mexribê bi têkçûna AKP'ê hate eşkerekirin.

Di 13’yê Îlonê de Komeseriya Bilind a Mafên Mirovan diyar kir ku metirsiyên jîngehê yên qirêj û guherîna avhewayê dê bibe sedema kûrbûna pevçûnan li seranserî cîhanê.

Di 20'ê Îlonê de Amerîka û Ewropa banga qedexekirina komên Gurên Boz ên Tirk kir û ew wekî rêxistineke terorîst bi nav kir.

Di 21'ê Îlonê de rêberên cîhanê di 76'emîn civîna salane ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de kom bûn.

Di 16'ê Îlonê de Washington li ser kirîna beşa duyemîn a moşekên S-400 ên rûsî hişyarî da serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.

Di 26'ê Îlonê de Partiya Sosyal a Demokrat di hilbijartinên parlementoya Almanya de bi ser ket.

HILBIJARTINÊN IRAQÊ Û TÊKÇÛNA HEWLDANA TIRKIYÊ YA TEVLÊBÛNA YE’YÊ

Di 1'ê Cotmehê de senatorên Demokrat û Komarparêz ên DYA’yê bang li serok Biden kir ku ji bo hewldanên Tirkiyê yên bêparhîştina Kurdan ji mafên wan, têkbirina piralîbûna siyasî ya li welat û bihêzkirina desthilata xwe ya bi rêbazên ne demokratîk, Recep Tayyp Erdogan berpirsiyar bibîne.

Di 5'ê Cotmehê de Meclisa Nûneran a Lîbyayê yasaya hilbijartinên qanûnî ya ku ji bo 24'ê Kanûnê hatibû plankirin, pejirand.

Di 10'ê Cotmehê de iraqiyan dest bi dengdana hilbijartinên qanûnî kir, lê heta niha hikumet nehatiye avakirin.

Di 21'ê Cotmehê de Tirkiye careke din di hewldana xwe ya bûyîna endamê Yekitiya Ewropayê de têk çû.

Di 25'ê Cotmehê de li Sûdanê derbeya leşkerî pêk hat û serokê Meclisê Ebdulfetah El-Burhan Meclisa Serweriyê û Meclisa Wezaretê betal kir û li welêt rewşa awarte ragihand û mala serokwezîr Abdullah Hemedok dorpêç kir.

Di 25'ê Cotmehê de li Awûstûryayê bi beşdariya hejmareke zêde ji rayedar û pisporên welatên cuda yên Ewropayê, kongreyek li ser têkoşîna li dijî şepêlên Îslama siyasî û di nav de "Îxwan" hat lidarxistin. Di kongreyê de kordînatorekî Ewropî yê pispor di vê dosyayê de hat erkdarkirin.

ALOZIYA LI SER SÎNORÊ RÛSYA-UKRAYNAYÊ ZÊDE BÛ, KAZIMÎ JI HEWLDANA KUŞTINA RIZGAR BÛ

Di 1'ê Mijdarê de kongreya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) li Skotlanda Glasgow dest pê kir.

Di 5'ê Mijdarê de li Etiyopyayê hemwextî zêdebûna zexta li ser serokwezîr Ebî Ehmed, 9 komên li dijî hikumeta navendî hevalbendiyek ava kir.

Di 7'ê Mijdarê de serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji hewldana kuştinê bi balafireke bêmirov  ku navenda wî li Bexdayê kir hedef, rizgar bû.

Di 8'ê Mijdarê de li Lîbyayê ji bo hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê deriyê namzetiyê hate vekirin.

Di 13’yê Mijdarê de serokê Ukranyayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku di demeke ku krîza di navbera Rûsya û welatên rojava de mezin bûye û Amerîka û welatên rojava behsa niyeta Moskova ya dagirkirina Ukranyayê dikin de, nêzî 100 hezar leşkerên Rûsyayê li nêzî sînorên Ukranyayê hene.

Di 19'ê Mijdarê de Birîtanya qedexekirina Tevgera Hemas li seranserî welêt ragihand.

Di 20'ê Mijdarê de Komên Hûsî yên "Ensar Allah" pêkanîna operasyoneke leşkerî ya berfireh li kûrahiya Erebistana Siûdî li ser gurbûna şer li eniyên şer li Yemenê ragihand.

Di 21'ê Mijdarê de li Xartûmê peymaneke siyasî di navbera aliyên leşkerî û sivîl de li Koşka Komarê, tevî redkirina sûdaniyan ji vê peymanê re, hate îmzekirin.

Di 24'ê Mijdarê de waliyê Ebû Dabî û alîkarê fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Şêx Mihemed bin Zayêd El Nahyan li ser daxwaza Erdogan serdana Enqereyê kir.

Di 24'ê Mijdarê de Awustraya Hizbullah bi her du aliyên wê yên leşkerî û siyasî wekî rêxistineke terorîst bi nav kir û cezayên li dijî wê zêde kirin.

Di 27'ê Mijdarê de li Komara Afrîkaya Başûr vîrusa Corona ya bi navê "Omicron" derket.

KONSEYA EWROPAYÊ CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ DA TIRKIYÊ

Di 3’yê Kanûnê de Konseya Ewropayê cezayê dîsîplînê da Tirkiyê, ji ber ku Tirkiye serbestberdana muxalef Osman Kavala red kir.

Di 6'ê Kanûnê de hevdîtinek di navbera Îmarat û Îranê de di pêngaveke dîplomatîk de pêk hat.

Di 7'ê Kanûnê de serokê DYA’yê û serokê Rûsyayê li ser krîza Ukranyayê civîneke lûtkeyê bi rêya video pêk anî.

Di 9'ê Kanûnê de şêwirmendê ewlehiya nîştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî bidawîkirina erkên şer ên hêzên hevpeymanê ku beriya 7 salan ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê dest pê kiribû, ragihand.

Di 11'ê Kanûnê de sekreterê Giştî yê NATO'yê daxwaza Rûsyayê ya betalkirina biryara NATO'yê ya sala 2008'an a ji bo tevlêkirina Gurcistan û Ukranya di NATO`Yê red kir.

Di 14'ê Kanûnê de Lûtkeya Kendavê ya 42`yemîn li Qesra Diriyê ya paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hat lidarxistin.

(dx)

ANHA