'Pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareseriyeke giştî heye ne bi lihevhatinan'

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma rojhilat a Dêrazorê Mihemed Zayîd got, hikumeta Şamê piştî ku di vegerandina herêmên bi rêbazên leşkerî de bi bin ket, hewl dide bi rêya şerê taybet û "Lihevhatinan" vîna gelê herêmê bişkîne.

'Pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareseriyeke giştî heye ne bi lihevhatinan'
21 kanûn, 2021   00:41
DÊRAZOR-SAMIR EL-ELÎ

Hikumeta Şamê hewl dide herêmên ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve  ji dest dane, nexasim Bakur û Rojhilatê Sûriyê  vegerîne, ji lew re hemû rêbazên şerê taybet, çi bi rêya çapemeniyê û çi derxistina fitneyan di navbera civakan  de û propagandeyên " lihevhatinê" be bi kar tîne da welatiyan qezenc û serweriya xwe li herêmê vegerîne.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma rojhilat a Dêrazorê Mihemed Zayîd ji ANHA`yê re axivî û got: "Hikuemta Şamê şerê çapemeniyê û yê taybet dimeşîne da vîna gelê sûrî bişkîne û herêmê kontrol bike, nemaze piştî ku hewldanên wê yên salên borî yên bidestxistina herêmê bi rêbazên leşkerî têk çûn."

ꞌHEWCEDARIYA ME BI TU KESÎ TUNE YEꞌ

Zayîd ev li axaftina xwe zêde kir: "Têkildarî 'çareseriyên' ku hikumeta Şamê pê radibe, rewşa herêmên Dêrazorê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ji herêmên din wekî li Siwêde û Dera cuda ye, li Dêrazorê rêveberî, sazî, hêzên leşkerî û vîneke hevgirtî heye, ji lew re hewcedariya me bi tu kesî tune ye."

Mihemed Zayîd da zanîn ku pêkhateyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn hevgirtî û hevkar in û hewldan  hikumeta Şamê ne tiştekî nû ye û tim jî bi bin dikevin.  Zayîd got: "Em li gorî çareseriya siyasî ya adil a ji hemû Sûriyê re tev digerin. Divê ev çareserî hemû sûriyan razî bike, koçberên li derveyî welêt vegerîne û dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta Şamê de serbest werin berdan."

Mihemed Zayîd bi domdarî got: "Em çareseriyeke adil dixwazin, divê Sûriyê demokratîk, pirrengî û nenavendî be. Ev armancên me ne ku bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê û bi rêya diyalogên bi hemû aliyan re em banga wan dikin. Li aliyekî din jî em hewl didin Sûriyeke nû Sûriya pêşerojê ava bikin ku ew jî bo dawîkirina aloziyê guncawtirîn çareserî ye."

Zayîd destnîşan kir ku aloziya Sûriyê ji beriya deh salan ve berdewam dike û bi "lihevhatinên" ku  hikumeta Şamê li dar dixe çareser nabe û ev li gotina xwe zêde kir: "Çareserî divê her kesî bigire nav xwe, bi rêya diyalog û destûrekî nû be ku rêzê ji hemû gelan re digire û mafên wan diparêze, her wiha bi rêya projeya demokratîk, vegera koçberan û hemû pêkhateyên civakî ji xaka wan re, aktîfkirina rola saziyan be ku ew jî li gorî azadiya siyasî û misogerkirina ewlehî û aramiya hemû herêman e."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma rojhilatê Dêrazorê Mihemed Zayîd di dawiyê de ev axaftin kir: "Şerê taybet berdewam dike û em ê piştgiriya QSD`ê bikin da Rêveberiya Xweser were naskirin, dawî li aloziya Sûriyê û azara gelê sûrî were, her wiha projeyên geşkirin, ji nû ve avakirinê û qada civakî û çandî ji hemû sûriyan re pêş bixin."

(eh)

ANHA