Rojnameyeke Îtalî ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ îlan da

Rojnameya Îtalî Il Sole 24 Ore, ji bo derxistina Tevgera Azadiya Kurdistanê ji ‘lîsteya terorê’ reklamek da. Rewşenbîrên ku îlan da rojnameyê xwest di zûtirîn dem de, PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin.

Rojnameyeke Îtalî ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ îlan da
20 kanûn, 2021   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserê cîhanê roj bi roj bangên ji bo derxistina PKK’ê ya ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ zêde dibin. Tevî bang û hewldanên rewşenbîrên cîhanê, rojnameyên tên naskirin jî ji bo vê yekê îlanek didin. Di vê çarçoveyê de ji rojnameya Il Sole 24 ORE ya Îtalya re reklamek hate dayîn.

Îlan bi sernavê “Kampanya Însiyatîfa Navneteweyî: Edalet ji bo Kurdan û ‘serlêdana lezgîn ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê” hate weşandin. Di metnê de wiha hate gotin, “Bi navê aştî, demokrasî û mafên mirovan em ji Konseya Yekîtiya Ewropayê dixwazin ku PKK’ê ji "lîsteya rêxistinên terorê" yên qedexekirî derxe.

Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd şertê destpêkê yê aramî û demokrasiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Tirkiye û civaka Kurd a berfireh tenê bi rêya danûstandinan dikarin xwe bigihînin vê çareseriya aştiyane. Di nava van danûstandinan de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî di nav de divê alî hemû cih bigirin. Lê belê ragihandina PKK’ê weke rêxistina terorê astengiyeke li pêşiya aştiyê ye.

Ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin gelek sedemên pratîkî û qanûnî hene. PKK sala 2002’yan li ser daxwaza Tirkiyê ku endamê NATO’yê ye li lîsteya rêxistinên terorê hate bicihkirin. Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropayê, Dîwana Edaletê ya Luksembûrgê sala 2018’an de biryar da ku PKK di navbera salên 2014-2017’an de bi neheqî di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê de hatiye hiştin. Di biryarê de her wiha işaret bi ‘banga aştiyê’ ya Abdullah Ocalan a sala 2013’an de hate kirin. Li dadgehên Belçîkayê jî dema ku pênaseya terorê hate kirin, sala 2020’î hate tespîtkirin ku PKK parçeyek ji şerekî çekdarî yê ne navneteweyî ye, lewma nabe ku weke rêxistina terorê bê pênasekirin.

Di lîsteyê de rewşa nû ya PKK’ê ya li Rojhilata Navîn li ber çavan nehate girtin; ne pêvajoya aştiyê ya demkî ya salên 2013-2015’an a navbera PKK/Kurdan û hikumeta Tirk, ne jî rola nû ya Kurdan a li Rojhilata Navîn. Mînak; têkoşîna li dijî qaşo Dewleta Îslamî (DAIŞ). Piştî ku DAIŞ’ê sala 2014’an ‘xîlafet’ ragihand û dest bi dagirkirina xakeke berfireh a  li Iraq û Sûriyê kir, dewleta Tirk alîkarî da DAIŞ’ê ku êrişî herêmên Kurdan bike. Di têkbirina DAIŞ’ê û leşkerên ji bo pereyan şer dikin de rola PKK’ê diyarker e. Têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi têrî hewldanên li dijî terorê yên li Iraq û Sûriyê hat. PKK’ê di parastin û rizgarkirina Mexmûr, Şengal, Kerkûk ên Iraqê û Kobanê û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê de bû alîkar. PKK’ê ji bo rizgarkirina bi deh hezaran êzidiyên li çiyayê Şengalê di Tebaxa 2014’an de ji ber DAIŞ’ê asê man, korîdoreke mirovî vekir.

Di dîroka Kurdan de tu tevgerê bi qasî PKK’ê nekarî bi milyonan Kurd ji bo mafên xwe yên diyarkirina çarenûsa xwe seferber bike. Eşkere ye ku PKK li nava Kurdên li Rojhilata Navîn û dîasporayê tevgereke xurt a girseyî ye. Li Rojhilata Navîn yê ku azadiya jinê weke dînamîka stratejîk a demokrasiya civakî teşwîq dike PKK ye.”

Di dawiya peyamê de ev bang hate kirin: “Ji bo aştî, demokrasî, azadî, aramî û doza mafên mirovan em bang dikin ku PKK tavilê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin.”