Saziyên xizmetguezariyê yên Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist

Meclis û saziyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê li Hecînê civîna xwe ya salane li dar xist û projeyên 2022`an destnîşan kir.

Saziyên xizmetguezariyê yên Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
Saziyên xizmetguezariyê yên Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
Saziyên xizmetguezariyê yên Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
20 kanûn, 2021   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên meclis û saziyên xizmetguzariyê tev li civînê bûn. Hevserokê Meclisa Gel a Bajarê Hecînê Selah Selman axivî û îşaret bi rewşa siyasî û ewlehiyê kir.

Dûvre saziyan projeyên xwe yên 2021`ê û zehmetiyên pê re rû bi rû man diyar kir, her wiha projeyên 2022`an û budçeya jê re hatiye pêşniyarkirin, destnîşan kirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Hecînê Hetîmî El-Lewahe behsa girîngtirîn projeyên Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan kir, ji wan bi dirêjahiya 42 km kolana giştî ya ji bajarê Hecînê heta Baxozê qîr kir, projeya sererastkirina orta kolana Işrîn, projeya qewsê ya ketina rojavayê bajêr û çerxerêya Hecînê, her wiha vekirina firina Hecînê û çavdêriya projeyên ronahiyê.

Her wiha gelek proje bo 2022`an hatin pêşniyarkirin, ji wan berdewamkirina sererastkirina peyara kolana Işrîn, bi lêçûna 57 hezar dolarî hemû peyarên kolanên bajarokê Hecînê werin sererast kirin û çerxerêya El-Sae ya aliyê rojhilatê bajêr jî bi lêçûna 8 hezar û 300 dolarî were sererastkirin.

Hevserokê Gerînendeya Çandiniyê ya Hecînê Cindî El-Teme diyar kir ku hîn jî tov û semad li cotkaran tê belavkirin, têkildarî sotemeniyê hîn jî parên komeleyên çandiniyê yên ruxsetkirî têne dayîn û wiha dewam kir: "Baran nebariya ev jî bû sedema ziwabûnê û hilberîn jî bû kêmî û cotkaran jî tov neanîn gerînendeya çandiniyê. Derbarê pembo jî de li gorî nirxî diyarkirî ji cotkaran hate kirîn."

Gerînendeyê Yekîneya Avê ya Hecînê Tirkî Salim axivî û îşaret bi projeyên îsal yekîneyê pêk anîne, kir ji wan avakirina yekîneyên parzûnkirinê û safîkirina wan di sê stasyonan de ku ew jî, Stasyona Keşkiye ya Duyemîn, Stasyona Hecînê ya Sêyemîn û Stasyona Şefe ya Duyemîn. Her wiha xebatên meydanî û torên xeta rojhilat hatin sererastkirin.

Tirkî Salim da zanîn ku ji girîngtirîn projeyên Yekîneya Avê 2022`an pêk bîne, avakirina torên stasyonên nû û li hemû herêmên gundewarê rojhilat xetên nû ji herêmên ava vexwarinê nagihêje wan werin kişandin.

Di civînê de behsa qada perwerde û fêrkirinê hate kirin û hate gotin, baş derbas dibe, lê hejmara dibistan, mamosteyan û derfet kêm in. Têkildarî vê qadê hevserokê Gerînendeya Hecînê Ehmed Şiblî axivî û got: "Qada perwerdê îsal li 42 dibistanên girêdayî gerînendeya Hecînê xwendekar fêr kir û nû 41 dibistan vekir, 8 dibistanên din jî vedike. Ezmûnên erkdarkirina mamosteyan li dar xist da perwerde baş pêşbikeve û çalakiyên çandî û xemrevînî ji xwendekaran re li dar xist. Hejmara xwendekarên jî di hefteyên derbasbûyî de zêde dibû."

Têkildarî Meclisa Malbatên Şehîdan, qada tenduristiyê, komîteya lihevanînê, jinan û ciwanan li gorî di raporên wan de hate xuyakirin, karên wan baş derbas dibû û bi meclisên herêmî û malbatan re hevkar in, her wiha parastina edaleta civakî û civaka durist dikin.

(eh)

ANHA