Meclisa herêma rojava ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist

Meclisa herêma rojava ya Dêrazorê civîna xwe ya salane ya yekemîn li dar xist.

Meclisa herêma rojava ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
20 kanûn, 2021   14:20
DÊRAZOR

Nûnerên meclisên sivîl û leşkerî û şêx û rûspiyên herêmê Dêrazorê beşdarî civînê bûn.

Civîn ji aliyê hevserokatiya meclisa herêma rojava ya Dêrazor Wefa El-Ehmed û Xiyas El-Icêl ve hate birêvebirin.

Di civînê de rewşa rêxistinî ya meclisê, xebatên wê yên salekê û astengiyên ku li pêşiya wê derketin hatin nîqaşkirin. Her wiha mekanîzmeya pêşxistina xebatê meclisê hatin nîqaşkirin û pêşniyar hatin kirin.

ANHA