Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Şervan Şedadê re xwest

 Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê Şervan Şedadê re xwest ku di 9`ê Kanûnê de li bajarê Hesekê şehîd bûbû.

Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Şervan Şedadê re xwest
20 kanûn, 2021   12:44
QAMIŞLO

Îro bi sedan şênî û pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo berê xwe dan gundê Dirêcîkê yê bakurê navçeya Tirbespiyê û sersaxî ji malbata şehîd Efram Somî (Şervan Şedadê) re xwest.

 Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û îşaret bi berdêlên mezin ku şervan didin kir da ku herêmê ji gefan biparêzin. Her wiha diyar kir ku hevgirtina pêkhateyan sedema serkeftina projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

 Ji rêveberên Kongra Star a navçeyê Kewser Qiso axivî û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember hemû cûreyên terorê li ber xwe dan û bi saya têkoşîna ciwanên xwe bi ser ketin."

Kewser destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide îradeya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya ajan û çeteyên xwe têk bibe û wiha domand: "Armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Lê bila bizanibin ku ne dewleta Tirk û ne keseke din nikarin projeya demokratîk a herêmê têk bibin."

Paşê ji fermandarên QSD`ê yê herêma Cizîrê Ehmed Deran balkişand ser girîngiya hevgirtinê di navbera pêkhateyan de ji bo parastina herêmê û fedekariyên gelên herêmê yên ji bo azadiyê dane û hîna didin, silav kir.

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(bx)

 ANHA