Kremlin: Belavkirina NATO`yê çekên nukleerî li nêzî Belarûsyayê dê bê bersiv nemîne

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov diyar kir ku belavkirina çekên nukleerî ji aliyê NATO`yê ve li nêzî sînorên Belarsûyayê gef e û divê tedbîrên guncew bê girtin. Her wiha destnîşan kir ku dibe ku Rûsya bersivê bide.

Kremlin: Belavkirina NATO`yê çekên nukleerî li nêzî Belarûsyayê dê bê bersiv nemîne
20 kanûn, 2021   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Dmitry Peskov di civîneke çapemeniyê de daxuyand ku ragihandina Minsk dê ji Rûsyayê daxwaz bike ku çekên nukleerî li Belarûsyayê belav bike, heke NATO`yê çekên nukleerî li Polonyayê belav kir.

Peskov wiha domand: “Li ser kesekî nayê veşartin ku belavkirna çekên cuda li nêzî sînorên me, ji bo me gef e. Divê em tedbîrên guncew bigirin da ku hevsengiyê vegerînin herêmê.”

Li gorî Rûsya El-Yewm Peskov wiha axivî: “Gelek zû ye ku em berteka dewletên rojavayî ya têkildarî pêşniyarên Moskovê yên derbarê dabînên ewlehiyê de binirxînin. Me gelek gotin ji çavkaniyên cuda bihîstin ku ew amade ne vê mijarê nîqaş bikin. Dibe ku ev yek gavek erênî be. Lê heta niha tu bersiveke diyar nehatiya dayîn. Ji ber wê zû ye em helwesta xwe ragihînin.”

(şx)