Aloziya aborî ya li Tirkiyê bandorê li herêmên dagirkirî dike

Ji ber hilweşîna lîreya Tirkiyê, li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, aloziyeke aborî û debarê heye. Rojnamevan Ehmed Mihemed got, ev herêmê girêdayî rejîma Erdogan a hilweşiyayî ne û rewş ber bi teqandinekê ve diçe.

Aloziya aborî ya li Tirkiyê bandorê li herêmên dagirkirî dike
19 kanûn, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Herêmên bakurê rojavayê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirine ji bandora hilweşîna tund a lîreya Tirkiyê nefilitîn.

"Hikumeta Înqaz" a girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam ji nêzî sal û nîvekê ve bikaranîna lîreya Tirkiyê li herêmên dagirkirî ferz kiriye û bikaranîna lîreya Sûriyê qedexe kiriye. Ew yek jî nîşaneya derbekirina serweriya Sûriyê, yekitiya welat û guhartina demografîk e.

Piştî ku lîreya Tirkiyê nêzî 17 lîreyan li hember dolarekî daket, li herêmên dagirkirî buhayên kelûpelan, madeyên pîşesazî û sotemeniyê bilind bûn. Bi wê re rêjeya xizantiyê bilind bû, di encamê de bertekên gel ên li hemberî siyasetên "Hikumeta Înqazê" ya girêdayî dagirkeriya Tirk zêde bûn.

"Hikumeta Înqazê" û serçeteyê Tehrîr El-Şamê Ebû Mihemed El-Colanî di civîna "Meclisa Şêwrê ya Giştî" de soz dabûn ku buhaya tore nan tesbît bikin û wê bi nirxê lîreya Tirkiyê ve ku bi lez dadikeve girê nedin. Lê sozên wan dirêj nekir. Dûvre şîrketa firneyan a girêdayî "Hikumeta Înqazê" xwediyên firneyan agahdar kir ku ji 17’ê Kanûnê ve nirxê tûrek nan a 650 gram ku tê de 8 nan hene bi 5 lîreya Tirkiyê bifroşin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, "Hikumeta Înqazê" di 24’ê Mijdarê de biryarek da û tê de nirxê tûrê nan ê 600 gram ku 7 nan tê de hene bi du lîre û nîv Tirkî diyar kiribû. Di heman demê de nirxê tûrê nan ê bê destek ê 600 gram bi 3 lîre û nîv tirkî diyar kiribû.

Tiştê hiştiye rewş kembaxtir bibe, şîrketa "Weted a Petrolê" sotemenî anî û bi dolar difirot an jî li gorî lîreya Tirkiyê li benzînxaneyan belav dikir. Bi wê re şîrketa "Weted a Petrolê" di 18’ê Kanûnê de buhayên sotemeniyan wiha diyar kir; Benzîna cureya yekemîn 0,860 dolar anku bi 10,52 lîreya Tirkiyê ye. Mazotê paqijkirî 0,504 dolar anku 8,27 lîreya Tirkiyê ye, mazotê cureya baş bi 0,641 dolar anku bi 10, 52 lîreya Tirkiyê ye. Lê buhaya cereya gaza malan 12 dolar e anku 197,028 lîreya Tirkiyê ye.

Çeteyên Tehrîr El-Şamê bi rêya vê şîrketê sotemeniyê li herêmên dagirkirî keysbaz dike.

Li gorî rapora NY’yê ya di dawiya Tebaxê de, ji sedî 91 ji şêniyên li bakurê rojavayê Sûriyê dixebitin ji malbatên herî xizan in. Ev jî nîşan dide ku rewşa aborî ya herêmê lawaz e.

Bi daketina zêde ya nirxê lîreya Tirkiyê re, pîşesaz û xwediyên dikanan dikan û werşeyên xwe girtin ku rûbirûyî zirarên mezin bûn.

Li aliyekî din jî gelek pîşesaz û bazirganan nirxê berhemên xwe daxist nîvî. Ji ber ku piştî buhaya nêzî ji sedî 40 zirarên mezin dîtin.

Dema dolarek bi 14 lîreya Tirkiyê bû, paketa rûn a 2 kîlo ji 35 lîreya Tirkiyê bû 55 lîreya Tirkiyê, kîloya zeyta nebatî ji 15 lîreya gihaşt 22 lîreya Tirkiyê, paketa qehweyê ya 200 gram ji 18 lîreyan gihaşt 24 lîreya Tirkiyê û şekir û birinc ji 7 lîreyan gihaşt 11 lîreya Tirkiyê.

Li beramber vê buhabûna mezin, destheq karkeran wek xwe ma. Karmendek di beşa taybet de 700 heta 800 lîreya Tirkiyê anku 42 heta 48 dolar digire. Karkerê rojane dixebite 30 lîreya Tirkiyê anku 1,82 dolar werdigire. Lê rewş bi rawestandina xebatê û kêmbûna berhema karkeran hate guhartin. Ji ber ku hejmareke mezin ji karkerên hatine sekinandin.

‛ÇARENÛSA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BI ÇARENÛSA ERDOGAN A HILWEŞYAYÎ VE GIRÊDAYÎ YE’

Têkildarî vê yekê rojnamegerê sûrî Ehmed Mihemed ji ajansa me re wiha got: "Bê guman dê herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine ji hilweşîna lîreya Tirkiyê gelekî bandor bibin. Ji ber ku çarenûsa wan bi çarenûsa rejîma Tirkiyê ve girêdayî ye ku rojane hildiweşe. Bi wê re çi pirsgirêkek di hundirê Tirkiyê de çêbibe dê tevahî qadên jiyanê yên bakurê rojavayê Sûriyê bandor bibin."

Mihemed wiha domand: "Wek tê zanîn, ji ber siyasetên Erdogan rejîma Tirkiyê di aliyên dîplomasî, siyasî, civakî û aborî de rûbirûyî krîzên mezin in. Tevahî dane nîşan dide ku rejîma niha nikare Tirkiyê di pêşerojê de bi rê ve bibe, tê wateya ku çarenûsa herêmên dagirkirî ne diyar e û bi rejîma Erdogan a hilweşyayî ve girêdayî ye."

Ehmed Mihemed da zanîn ku bandora krîza aborî ya Tirkiyê ne tenê li Idlibê û "Hikumeta Înqazê" ne, di heman demê de bandorê li tevahî herêmên dagirkirî dike.

Rojnameger Ehmed Mihemed çarenûsa çeteyên artêşa Tirk ên li herêmên dagirkirî bi çarenûsa rejîma Erdogan ve girê da û ev tişt got: "Ji ber ku rejîma Tirkiyê nikare berdewam bike, bi wê re ev komên li bakurê rojavayê Sûriyê jî nikarin berdewam bikin. Dibe ku rejîma Tirkiyê ya bê bi awayekî cudayî rejîma Erdogan danûstandinê bi van herêman re bikin. Ji ber rewşa herêmên dagirkirî ne li gorî muxalefeta Tirkiyê ye û dibe ku hêzên xwe jî vekişîne. Di dawiyê de dê ev herêm li xwediyên wan ên resen vegerin û dibe ku bi lihevkirina dewleta Tirk û Rûsyayê bikevin bin kontrola hikumeta Şamê mîna li naverasta welat, bejahiyên Şamê û Derayê bûne."

‛DÊ KRÎZ TEQÎNEKÊ ÇÊKE’

Mihemed anî ziman ku rewşa li herêmên dagirkirî dirêj nake û dê ber bi teqandineke ve biçin û ev tişt anî ziman: "Li herêmên Sûriyê yên dagirkirî li dijî dewleta Tirk û wekîlên wê xwepêşandan dest pê kirin. Ji ber birçîbûn û xizantî ji dema serweriya wan li ser herêmê de belav bûne ku wan destê xwe danîne ser daneyên herêmê yên xwezayî û aborî bêyî ku xizmetguzarî û pêdiviyên niştecihên herêmê dabîn bikin."

Li gorî nêrîna Ehmed Mihemed, siyasetên "Hikumeta Înqazê" û çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk ku lîreya Tirkiyê ferz kirine, rewşa gihand vê astê û wiha anî ziman: "Li herêmên dagirkirî şîrketa Weted a Petrolê ya têkildarî sotemeniyê buhayên sotemeniyê bi dolar xerc dike û ji ber daketina nirxa lîreya Tirkiyê li hember dolar êdî qût welatiyan têrê nake. Ji bilî wê jî li herêmên dagirkirî gendelî belav e û desthilatên Tirkiyê tevahî saziyan kontrol dike."

Niştecihên bakurê rojavayê Sûriyê ev debara jiyanê şermezar kir, herî dawî jî niştecihên li bajarê Ezazê yê di bin kontrola dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de di destpêka vê mehê de xwepêşandan li dar xistin û banga başkirina rewşa debarê û bidawîbûna krîzê kir.

(fr)

ANHA