Panorama hefteyê: Li herêmên hikumeta Şamê nerazîbûnên gel, Tirkiye li benda ‘şoreşa nan’ e

Hikumeta Şamê nirxê benzînê careke din bi rêjeya ji sedî 46 zêde kir û vê yekê hişt welatî tevlihev bibin. Têkildarî aloziya li Tirkiyê çavdêrên rewşê dişopînin, dibêjin ger, desthilat vê rewşê çareser neke û ev alozî bi navê "Şoreşa Nan" wê veguhere xwepêşandanan.

Panorama hefteyê: Li herêmên hikumeta Şamê nerazîbûnên gel, Tirkiye li benda ‘şoreşa nan’ e
19 kanûn, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên hefteya derbasbûyî behsa rewşa Sûriyê, daketina nirxê lîreya tirkî û rewşa Tunisê kirin.

 ‘DERBEYEKE DIN A HIKUMETÊ KOLANÊN ŞAMÊ TEVLIHEV KIRIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Piştî ku hikumeta Şamê nirxê benzînê careke din bi rêjeya ji sedî 46 zêde kir, şêniyên ji ber bihabûnê westiyane, tevlihev bûn.

Wezareta Bazirganiyê belavokekê li ser hesabê xwe yê Facebookê roja yekşema borî belav kir û tê de nirxê benzînê bi hezar û 100 lîreyên sûrî diyar kir. Zêdebûn gihaşt rêjeya ji sedî 46. Tevî ku tê zanîn niha dolarê amerîkî nêzî 3 hezar û 500 lîreyên sûrî dike. Beriya şerê li welat jî her dolarek nêzî 45 – 50 lîre dikir. Wezaretê got armanc ji biryara wê ku kêmkirina binketina mezin a di budçeya petrolê de ye, her wiha ji bo ku made neyê qutkirin an jî bi zehmetî neyê peydakirin.

Gel ji ber vê biryarê ne razî ye. Yek ji welatiyan got: "Hikumet baş dizane ku mûçe têra 5 rojan nakin. Her roj nirxê madeyekê bilind dike. Yanî dibêje rewşa jiyanî yan gel ji min re ne girîng e. Ya girîng pere ne.

Tevî ku mûçeyê mehane yê her karmendekî hikumetê 80 hezar lîreyên sûrî derbas nake, hikumet biryarên buhabûnê dide. Li gorî lêkolînan, li gel bihabûnê pêwîstiya malbateke ji 5 kesan bi zêdetirî milyonek û 500 hezar lîreyên sûrî heye. Li gorî pispor û lêkolîneran, ji sedî 94`ê gelê Sûriyê di bin asta xizaniyê de ye.”

 ‘LÎREYÊ TIRK DADIKEVE ASTA HERÎ JÊR, TIRKIYE LI BENDA ‘ŞOREŞA NAN’ E’

Derbarê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Lîreyê Tirk daket asta herî nizm, dolarekê 15 lîre derbas kiriye ku ev yek ji ber bernameya nû ya aborî ya xeternak e ku ji hêla serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve tê meşandin.

Ev yek di demekê de ye ku welat bi krîza giran a nan re rû bi rû ye, buhayê nan di mehekê cara sêyemîn e bilind bûye û dibe ku bandora vê krîzê berfirehtir bibe û asta hejariyê li welat zêde bike.

Êdî bandora aboriyê ne li gorî xwezaya bazarê ye, zextê li Tirkan dike û ev yek ji dorên li pêşiya dikanên firotina nan ên li Stenbolê diyar dibe.

Nan li ser sifreya Tirkan madeyeke sereke ye, ji lew re hikumetê destwerdan kir û zext li firinan kir ku nanê spî bi nirxekî kêmî lêçûnê bifiroşe û hemû firoşgeh neçar kirin ku bi heman buhayî bifiroşin. Lê hin firin ji ber lêçûnên zêde êdî naxebitin.

Têkildarî mijarê çavdêrên rewşa Tirkiyê dişopînin, dibêjin ger desthilat vê rewşê çareser neke û nan bi nirxekî guncaw li bazarê neyê peydakirin, dibe ku ev alozî bi navê "Şoreşa Nan" veguhere xwepêşandanan.”

NEXŞERÊYA TUNISÊ

Derbarê mijara Tûnisê de jî rojnameya El-Beyan got: "3 bendên sereke yên ku di axaftina serokê Tunisê Qeys Saîd de derketin hole; nexşerêyek ji bo qonaxa pêş a li welêt, ji bo bidawîkirina krîza ku bû sedema girtinan komek tedbîrên awarte di Tîrmeha borî de.

Li gor serokê Tunisê, şêwira gel dê bi rêya platformên elektronîk li navendên herêmî were lidarxistin.”