ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2021
19 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 76'an de li Sêmalkayê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi boneya salvegera damezirandina meclisê şahiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bi banga azadiya wî ya fîzîkî, çalakiya kon li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê dest pê dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Cizîrê şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo di çilrojiya şehadeta wan de bi bîr tînin. Her wiha li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyekê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo li dar dixin, saet 09:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê şervanê QSD'ê Şervan Şedadê li goristana Suryan a li çerxerêya azadî oxir dikin, saet 11: 30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê divîna xwe ya salane li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê got “Di şexsê YJA Starê de dagirkeriya Tirk hewl dide hêza hemû jinên Kurd bişikîne, lê rastî berxwedana gerîlayên YJA Starê tê û pêlanên neyaran û dagirkeriyê bi çalakiyên xwe yên mezin têk dibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk xizmeta berjewendiyên ajnîdeyên derve nake, ji ber vê yekê aliyên derve bi rêya derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de hewl didin vê projeyê têk bibin. Jinan gotin, tevahî pêkhateyên herêmê ji van hewldanan hişyar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên kantona Şehbayê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku bi fikir û felsfeya rêber Ocalan wan wateya rasteqîn a azadiya jinê û rêvebirina civakê nas kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Hikumeta Şamê nirxê benzînê careke din bi rêjeya ji sedî 46 zêde kir û vê yekê hişt welatî tevlihev bibin. Têkildarî aloziya li Tirkiyê çavdêrên rewşê dişopînin, dibêjin ger, desthilat vê rewşê çareser neke û ev alozî bi navê "Şoreşa Nan" wê veguhere xwepêşandanan.

RAPOR

- Ji ber hilweşîna lîreya Tirkiyê, li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, aloziyeke aborî û debarê heye. Rojnamevan Ehmed Mihemed got, ev herêmê girêdayî rejîma Erdogan a hilweşiyayî ne û rewş ber bi teqandinekê ve diçe.

ÇAND Û HUNER

- Rewan wê ya tijî hezkirina durist û dilê wê yê tijî hest û henas bala piranî jinan ber bi dengê wê yê xweşik ve kişand û armanca wê di pêşerojê de xwe di tevahî mewalan de xurt bike û cîhanê bi mewalên kurdî bide nasîn, bi taybet mewalên Ayşe Şan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA