Çalakgerên li Sêmalka bi govendê moralê xwe bilind dikin

Çalakgerên li Sêmalka yên ku rêveberên PDK'ê gotibû ‘bi darê zorê hatine vir’ bi saetan govend gerand, bi coş û moralek bilind peyama xwe dan ixanetkaran.

Çalakgerên li Sêmalka bi govendê moralê xwe bilind dikin
Çalakgerên li Sêmalka bi govendê moralê xwe bilind dikin
Çalakgerên li Sêmalka bi govendê moralê xwe bilind dikin
Çalakgerên li Sêmalka bi govendê moralê xwe bilind dikin
Çalakgerên li Sêmalka bi govendê moralê xwe bilind dikin
18 kanûn, 2021   20:09
QAMIŞLO

Çalakiya li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê PDK'ê ve hatibûn şehîdkirin, di roja xwe ya 75'an de berdewam dike. Çalakgeran îşev jî bi saetan govend gerand û peyam da PDK’ê ya ku gotibû ‘çalakgerên Sêmalkayê bi darê zorê hatine vir’.

PDK’ya ku armancên dewleta Tirk pêk tîne û xiyanetê li gelê Kurd dike, bi hemû cureyên derewan dixwaze çalakiya konvedanê ya Sêmalka vala derbixe.

Çalakgerê Sêmalka rûxmî serma û baranê berxwedana xwe didomîne û biryardayîna xwe nîşanê PDK'ê dide.

Çalakgerên govend digerand û dirûşmê diavêt hêz û moralên wan di rûyên wan da dihat xwendin.

ANHA