‘YJA Star berxwedan û têkoşîna jinan mezin dike’

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê got “Di şexsê YJA Starê de dagirkeriya Tirk hewl dide hêza hemû jinên Kurd bişikîne, lê rastî berxwedana gerîlayên YJA Starê tê û pêlanên neyaran û dagirkeriyê bi çalakiyên xwe yên mezin têk dibin.”

‘YJA Star berxwedan û têkoşîna jinan mezin dike’
19 kanûn, 2021   00:38
ŞEHBA

Ev nêzî 7 mehan e dagirkeriya dewleta Tirk bi çekên giran û kîmyewî êrişî gerîlayên HPG û YJA Starê dike. Lê tevî vê hovîtiyê, berxwedana gerîla dagirkeriyê têk dibe û hebûna gelê Kurd diparêzin.   

Têkildarî mijarê jinên endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji ANHA’yê re axivîn.

Esiye Ebdo got: “Bi qehremaniya YJA Starê de gelek jin li cîhanê ji zilm û zora desthilatê hatin xilaskirin, herî zêde jinên Kurd xwe li ser fikir û felsefeya jinan a YJA Starê perwerde kirin û xwe li ser şopa wan azad kirin.”

Xedîce Elo jî berxwedana YJA Star silav kir û got: “Di şexsê YJA Starê de dagirkerî hewl dide hêza her jineke Kurd bişikîne, di her demekê de êriş li ser YJA Starê çêdibin û li beramberî wê her tim hêza YJA Starê xurtir dibe.”

Xedîce Elo wiha pê de çû: “Hêza jinên Kurd ji hêza jinên ku li serî çiyayan şer dikin ta îro bi rihê wan û berxwedana wan hêza me xurttir dibe û em ê her tim piştgirya YJA Starê bikin heya ku bi ser dikevin û jinên cîhanê azad dikin.”

‘JINÊN EFRÎNÊ BI BERXWEDANA XWE HER TIM PIŞTGIRIYA YJA STARÊ DIKIN’

Serwet Mihemed jî berxwedana YJA Starê silav kir û got: “Bi hêza wan jinan em ê bi karin azadiya her jinekê tekez bikin, berxwedana wan di çeperên şer de hêzê di dilê her jineke Kurd de çêdike da ku xwe ji zilm û zordariyekê rizgar bike.”

Serwet Mihemed wiha lê zêde kir: “Jinên Efrînê dê her tim piştgiriya YJA Starê bikin, em ê her tim li ser pêyan bin heya ku em azadiya her jinekê tekez dikin.”

ANHA