Kombûna Jinan a Zenûbiya: Pêkhateyên herêmê ji fitneyan hişyar in

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk xizmeta berjewendiyên ajnîdeyên derve nake, ji ber vê yekê aliyên derve bi rêya derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de hewl didin vê projeyê têk bibin. Jinan gotin, tevahî pêkhateyên herêmê ji van hewldanan hişyar in.

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Pêkhateyên herêmê ji fitneyan hişyar in
19 kanûn, 2021   04:08
MINBIC- EHMED QERACE

Hin aliyên derve bi gelek rêbazan, ji wan derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de hewl didin projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan a li herêmê têk bibin.

Têkildarî mijarê, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Nesrîn El-Elî ya ji pêkhateya Kurd got: "Civaka Sûriyê bi pêkhateyên xwe dewlemend e. Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkes lê dijîn. Beriya aloziyê me dît çawa rejîm ge diçewisîne û tu maf û rol nedida wan da ku çanda xwe pêk bînin û nasnameya xwe nas bikin."

Nesrîn El-Elî diyar kir ku gel şoreş li dar xist û banga rûmet û azadiya xwe kir û wiha domand: "Pêkhateya Kurd ji destpêka aloziyê ve xwedî roleke sereke bû. Dema şer de me dît çawa ku gelek rejîm ji bo pêkanîna armancên xwe derbasî Sûriyê bûn û hêzên terorîst derketin. Di nav de DAIŞ'ê ya ku fitine di navbera Ereb û Kurdan de derdixist."

Têkildarî projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn El-Elî wiha got: "Projeya neteweya demokratîk a li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin, mafên hemû pêkhateyan misoger dike û rê dide her pêkhateyekê ku bi çanda xwe bijî û bi zimanê xwe biaxive."

Nesrîn El-Elî destîşan kir ku projeya neteweya demokratîk xizmeta berjewendiyên ajnîdeyên derve yên ku destê wan di herêmê de hene, nake, ji ber vê yekê bi hemû rêbazan di nava derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de hewl dide projeyê têk bibin.

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Nesrîn El-Elî di dawiya axaftina xwe de got, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hewldanên derxistina fitne û têkbirina projeya neteweya demokratîk hişyar in û wiha got: "Ev proje mafê hemû pêkhateyan dane wan ku gel ji destpêka şoreşê ve banga wê dikin."

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinana  Zenûbiya ya Minbicê Xada El-Hemîd a  ji pêkhateya Ereb jî îşaret bi hevgirtina Kurd û Ereban kir û wiha domand: "Hevgirtina xurt a di navbera Ereb û Kurdan de di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tunekirina DAIŞ'ê ya terorîst de bû. Ev hevgirtin piştî rizgaririnê bi damezirandina Rêveberiya Xweser de dewam kir".

Xada El-Hemîd  wiha lê zêde kir: "Hemû pêkhate di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin, lê hinek kesên nexêrxwaz fitneyê di nav wan de çêdikin da ku projeya neteweya demokratîk têk bibin."

Endama rêveber a Nivîgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Minbicê û gundewarê wê Xada El-Hemîd di dawiya axaftina bang li kesên ku hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxînin kir ku pêkhateyên herêmê ji van hewldanan hişyar in û baş dizanin ku fitine xizmeta berjewendiyên derve yên dijberî projeya neteweya demokratîk dike.

(dx)

ANHA