Kargeha tekstîlê ya li Hesekê pîşesaziya herêmê geş dike

Kargeha tekstîlê ya li Hesekê hewl dide bi rêya peydakirina madeyên xav pîşesaziya herêmî bigihîne asta xwetêrkirinê.

18 kanûn, 2021   07:31
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5`ê Kanûnê kargeha tekstîl a li Hesekê ji nû ve vekir. Rêveberiya Xweser bi vê gavê hewl dide dorpêça li ser herêmê bişikîne û rêgeza xwetêrkirinê peyda bike.

Kargeh piştî destpêkirina aloziya Sûriyê sala 2011`an, sala 2012`an rawestiyabû.

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser bi rêjeya ji sedî 80 alav û amûrên kargehê ji nû ve sererast kirin, kehrebe gihand wê, karker û kesên pispor jê re peyda kirin.

Li gorî berpirsê beşa fenî ya kargehê Fehid Celo, di kargehê de 74 alavên veçirandina pembo û derziyên wê, her wiha alavên dirûtina cilan û debaxkirinê hene.

Piştî ku Rêveberiya Xweser hezar û 500 ton pemboya veçirandî peyda kir, kargeh 24 saetan dixebite û rojane 6 ton ta tê hilberandin. Ji bo kargeh raneweste, pêwîstiya wê di salê de bi 2 hezar û 500 ton heta 3 hezar ton pemboya heye.

Ev pêwîstî, dê cotkaran teşwîq bike ku careke din pembo biçînin, da ku pêdiviyên kargehê yên madeyên xav peyda bikin. Her wiha ev yek dê gelek derfetên kar di warê çandiniyê de peyda bike.

Li gorî çavdêrên aborî, li gel dorpêça li ser herêmê ev kargeh dê roleke girîng û mezin di aboriya herêmê de bilîze. Ji ber ku dê madeyên xav ên kargehên herêmî peyda bike, dê pêdiviyên herêma pîşeyî yên madeyên bingehîn û gelek derfetên kar peyda bike.

Di destpêka kar de 135 derfetên kar çêbûn û berpirsên kargehê plan dikin ku di pêvajoya bê de ji bo zêdekirina hilberînê, 520 derfetên kar peyda bikin.

Gerînendeyê têkiliyan a kargehê Îbrahîm Hisên destnîşan kir ku kargeh dê roleke erênî di aboriya herêmê de bilîze.

Li gorî Fehid Celo di kargehê de beşek ji bo çêkirina caw û cilên jî heye, lê hîna nehatine xebitandin. Heke werin xebitandin dê cilên pembo yên xwedî kalîteya baş hilberîne.

(şx)

ANHA