Ji bo zîndanan êdî dora me

Ji bo zîndanan êdî dora me
18 kanûn, 2021   08:52

Ahmet Bîrsîn

Li hemberî hemû milîtan û welatparêzên Tevgera Azadiyê yên li zîndanan, bi taybetî jî li hemberî rêberê gelê Kurd kîn û hêrseke mezin êriş dikin. Ne tenê îşkence li Garîbe Gezer kirin, piştî ku êrişa zayendî ya gardiyanan aşkera bû, bi navê 'xwekuştinê' ew qetil kirin. Dema mirov li rojnameya Yenî Akît dinêre ku ji bo Garîbe Gezer gotibû "Terorîsteke din a li girtîgehê tê têrkirin, miriye", aşkera dibe ku zîhniyeta AKP-MHP'ê çi ye. Bi awayekî sîstematîk li dijî milîtan û welatparêzên Tevgera Azadiyê polîtîkaya komkujî û qirkirinê tê meşandin. Her cure nexweşiyan wek çek li dijî girtiyan bi kar tînin. Siyaseta tolhildanê bi hiqûqa dijminahiyê tê meşandin. Herî dawî Halîl Guneş û Abdulrezzak Suyur bi awayekî biguman qetil kirin.

Halîl Guneş jî, Abdulrezzak Suyur jî bi tena serê xwe bûn. Halîl di hucreya yekkesî de bû û Abdulrezzak jî bi tena serê xwe li nexweşxaneyê mabû. Halîl Guneş demeke dirêj e li dijî gelek nexweşiyên giran ên wekî pençeşêrên hestî û pişikê tê dikoşiya. Kesekî ku nexweşiyeke wî ya ew çend giran heye, divê tavilê bê berdan û tedawî bibe. Wekî din, tê zanîn ku dermanên wî jî nedidanê. Gav bi gav ber bi mirina ve birin. Hevalê Ji bo hevalê Abdulrezzak teşhîsa pençeşêra pişikê hatibû kirin. Lê belê demeke dirêj nehate tedawîkirin û nexweşî bi pêş ve çû. Tevî ku li nexweşxaneyê bû jî malbata wî bi dehan caran jê pirsî, lê rêveberiya girtîgehê li ser rewşa wî agahî neda. Jixwe di rapora otopsiya destpêkê de wek "mirina biguman" hatibû gotin.

MIn hevalên Halîl û Abdulrezzak baş nas dikirin. Min Abdulrezzak di sala 1993'yan de li zîndana Amedê nas kir. Di 4'ê Cotmeha 1994'an de mîna gelek hevalan, di êrişa hevpar a leşker, gardiyan, polîs û îtirafkaran de bi giranî birîndar bû. Di êrişê de Ramazan Ozuak jî jiyana xwe ji dest da. 321 kes bi giranî birîndar bûn û em sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Dîlokê kirin. Suleyman Ongun jî piştî ku sirgûnî zîndana Dîlokê kirin, di encama îşkenceyên bi rê de lê kiribûn, li zîndana Dîlokê şehîd bû. Di roja destpêkê de li dijî ferzkirina lixwekirina kincên yekreng li ber xwe da. Ji ber derban, demeke dirêj wekî ku felç bûbe, xuya dikir. Piştî wê berxwedanê tev li bi dehan berxwedanan li dijî polîtîkayên desthiltê yên dewleta Tirk bû û kêliyekê jî xwe ji berxwedana doza azadiya gelê xwe dûr negirt.

Min di sala 1992'yan de bi Halîl Guneş bihîstibû. Di wan salan de komeke gerîla li hermber êrişên li zîndanên ên li ser girtiyan, kontrgerîlaya Tirk û çeteyên Hizbullahê ji çiyê daketibû bajêr û Halîl jî nava wan de bû. Di demeke gelekî kurt de bi çalakiyên xwe bûn tirsa dilê kontrgerîlaya faşîst a Tirk. Gelê Amedê qala çalakiyên wan dikir. Di navbera salên 1993-2009’an de çaxê ku ez li zîndana Amedê dimam, min ew nas kiribû ku kesayeta xwe ya Apoyî her tim diparast û xwedî sekneke fedaî bû.

Ev şoreşgerê enternasyonal bi eslê xwe Ereb bû. Di destpêka sala 1993’yan de di encama xiyanetê de hate girtin, îşkenceyeke giran lê hate kirin, lê dema serokê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) yê wê demê pirsî bê ka çi karî dike, Halîl got "Ez şoreşgerekî profesyonel im". Li zîndana Rihayê li dijî xiyaneta tê ferzkirin, bi destê xwe li zîndanê sergardiyanê faşîst ê ceza dike.  Ji bilî kesayeta xwe ya leşkerî, di heman demê de kesayetek bû ku her tim dixwend, lêkolîn dikirin û encamên wê bi hevrêyên xwe re parve dikirin.

Dema me di sala 2009'an de hev dît, nexweşekî giran bû. Ne tenê li dijî pençeşêrê tê dikoşiya, lê îşkenceyên giran bûbûn sedem ku gelek nexweşî lê peyda bibin. Tevî ku dewleta Tirk a faşîst ev nexweşî li dijî Halîl wek çekekê bi kar anî jî, bi vê êşa xwe ya giran jî berxwedana xwe rojekê jî nesekiand û ji sekna xwe ya milîtanî tawîz neda. Halîl bi coşeke mezin a jiyanê dagirtî bû û hevalên ciwan tim lê digeriyan. Ji bo wan Halîl çavkaniya moralê bû. Nexweşxaneyê diyar kiribû ku ew “nikare li girtîgehê bimîne”, lê bele Saziya Tiba Edlî (STE) rapor paşguh kir û pêşî li berdana wî girt. Lê ew poşman nebû, dikeniya û digot ew berxwedan e û li hemberî lîstikên dijmin heta dawiyê didome.

Piştî 29 salan belkî dê Halîl piştî salekê bihata berdan, Abdulrezzak jî di nava 2 salan de. Lê belê dewleta faşîst a AKP-MHP'ê ku li hemberî gerîla têk diçe, tola xwe ji girtiyên li zîndanê hiltîne. Hiqûqa navneteweyî li aliyekî, li gorî qanûnên xwe jî tev nagerin. AKP-MHP di sêgoşeya Wezareta Dadê, girtîgehan û SZE’yê de girtiyan ber bi mirinê ve dibin. Tevî ku nexweşxaneyan ji bo gelek girtiyên nexweş rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' daye jî, SZE van raporan nabîne û heta kêliya mirinê wan li hundir dihêle. SZE di bin emrê Erdogan de kar dike û êdî ji Josef Mengele jî derbas bûye ku wek melekê mewtê yê Hîtler dihat naskirin.

Halîl û Abdulrezzak şehîd kirin lê divê bê dîtin ku bi hezaran girtî bi heman gefê re rû bi rû ne. Ya herî girîng jî ji Îmraliyê hîna jî agahî nîn in. Em hemû dizanin ku tu ev desthilat guh nade tu qanûnekê. Ew êrişên xwe bêyî rêgezên exlaqî pêk tîne. Zîndanan her tim ji bo têkoşîna azadiyê rola xwe lîst û hê jî dikin. Dayik ji bo edaletê di nobetê de ne, lê heke em hemû civak li dijî van êrişan tev bigerin, kî çi bike bila bike, ji bo ku ev hêz ji destê wan derkeve, wê demê em wek civak em ê peywira xwe ya li hemberî zîndaniyan bi cih bînin. Êdî dora me ye.