Rizgar Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) rojnamevan û şehîdê çapemeniya azad Rizgar Denîz ji aliyê rojnemevan û malbata wî ve di salvegera 4’emîn a şehadeta wî de hate bibîranîn.

Rizgar Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
18 kanûn, 2021   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) ku di 12’ê Cotmeha 2017’an de dema pêngava rizgarkirina Dêrazorê dişopand, di encama êrişa DAIŞ’ê ya xwekujî de, tevî Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed bi giranî birîndar bû. Dilîşan li wir, Hogir di 15'ê Cotmehê de û Rizgar jî piştî berxwedana 70 rojan di 18’ê Kanûna heman salê tevlî karwanê şehîdan bûn.

Li Mexmûrê bi munasebeta  salvegera 4’emîn a şehadeta rojnamevan Rizgar Denîz bi tevlêbûna hevalê wî yên rojnamevan û malbata wî ve merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de dayika Denîz Firat Sûltan Yildiztan jî amade bû.

Beriya ku merasîm dest pê bike di şexsê şehîd Rizgar Denîz de ji bo tevahî şehîdên çapemeniya azad û têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê rojnamevanên li Mexmûrê Jiyan Pîran axivî. Jiyan Pîran diyar kir ku ew ê şopdarê rêya şehîd Rizgar bin û wiha axaftina xwe domand: “Wek tê zanîn şehîd Rizgar di demeke pir krîtîk ya şoreşa Rojava de ku rastiya Kurd dihat berevajîkirin de tevlî şoreşê bû. Ji bo şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye ji raya giştî re ragihîne, gihişt merheleya şehadetê. Em jî wek rêhevalê şehîd soz didin, em ê têkoşîna ku Şehîd Rizgar a di nîvî de mabû berdewam bikin.”

Her wiha dayika şehîd Rizgar Meryem Adanmiş jî hestên xwe anîn ziman. Destpêkê xêrhatina tevayî kesên ku li wir amade kir û wiha got: “Di 4’emîn salvegera şehadeta şehîd Rizgar de wî bi bîr tînim. Rizgar ji bo bibe dengê gelê xwe û gelên bindest berê xwe da rêya azad. Her digot ez bizanim ger ku wêneyê zarokekî wê rewşê biguherîne ez ê ji bo kişandina wê sê caran canê xwe feda bikim.” Dayika şehîd di dawiya axaftina xwe de got ku bila serê rêber Abdullah Ocalan û rêhevalên wî sax be.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.