'Rakirina destana Derwêşê Evdî ji meteryalên perwerdeyê xizmeta dijmin dike'

Endamên Navenda Baqî Xido ya çand û hunerê ya bajarê Kobanê diyar kir ku rakirina destana Derwêşê Evdî ji meteryarlên perwerdeyê yên li Başûrê Kurdistanê, li ser daxwaza dijmin e da dîrok û çanda Kurdan bihelînin û got: "Heger îro destana Derwêşê Evdî rakirin wê sibe zimanê kurdî qedexe bikin."

'Rakirina destana Derwêşê Evdî ji meteryalên perwerdeyê xizmeta dijmin dike'
18 kanûn, 2021   04:18
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê 12`ê Kanûnê ragihand ku destdana Derwêşê Evdî ji meteryalên perwerdê yên sala bê rakir û destek bi "Bêrêzya li hemberî ola îslamê" hincet nîşan da.

Yekgirtûya Îslamî di parlementoyê de derbarê gotina Derwêş ya "Ew jî ola îslamê dûr e" de daxwaz ji hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku lêborîn ji misilmanan bixwaze.

Destana Derwêşê Evdî destaneke kurdî ye, tê de wêrekî, qehremanî û rûmetê destnîşan dike. Destan ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye û gelê Kurd her di civtan xwe de gotine. Êdî mirov dikare bibêje ku destan nîşaneya xeta berxwedanê ye ku gelê Kurd di pêvajoya dîrokê de daye meşandin.

Têkilarî mijarê helbestvan û çîroknivîs, her wiha endamên Navenda Baqî Xido ya çand û hunerê ya bajarê Kobanê Mihemed Ebdo Misê axivî û got: "Armanca ji rakirina destdana Derwêşê Evdî ji meteryalên perwerdê yên li Başûrê Kurdistanê, pêkanîna daxwazên dijmin e, ji ber ku Derwêş şervanekî Kurd bû û li dijî dijminan şer dikir."

Mihemed Misê destnîşan kir ku Derwêşê Evdî bi piştgiriya xayinan li ser destên dijmin hate qetilkirin û bi navê hezkirinê komployek li dijî wî hate plankirin, lê armanc jê tunekirina lehengên Kurd bû.

Misê îşaret pê kir ku gelek serpêhatî û çîrok li ser lehengiya kurdan hene  ku ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Lê yek ji van çîrokan di meteryalên perwerdê yên li Başûrê Kurdistanê de tune ne. Ev jî li ser daxwaza dijminê pêk tê ku hewl dide dîroka Kurdan ji holê rakin."

Helbestvan Misê bal kişand ser helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê xwestên Tirkiyê pêk tîne, ji lew re heke niha çîroka Derwêşê Evdî ji meteryalên perwerdê were rakirin dê sibe xwendina bi zimanê kurdî jî were qedexekirin."

Misê diyar kir ku divê Kurd parastina dîroka xwe bike û li gorî şert û mercên doza Kurd tev bigerin, her wiha parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxitin, bikin.

Endama Navenda Baqî Xido Leyla Ehmed jî wiha got: "Destana Derwêşê Evdî, qehremanî û berxwedana li Şengalê hate meşandin, di dîrokê de hate nivîsandin, lê dijmin dixwaze vê dîrokê bi destên Osmanî, faşîst û xayinan ji holê rake."

Leyla Ehmed destnîşan kir ku dijmin dixwaze wê berxwedana bêhempa ya ku Kurdan di pêvajoya dîrokê de raber kirine ji meteryalan rake, da heta hetayê were qirkirin.

Têkildarî helwesta PDK`ê Leyla Ehmed ev nirxandin kir: "Xayinên ku destekê didin dijmin, xizmeta berjewendiyên dijminê gelê Kurd dikin, ji lewma destaneke wiha dîrokî ya îşaretê bi berxwedana Kurdan dike ji meteryalên perwerdê radike. Armanc ji vê yekê jî ew e ku di bîr û bala zarokên me û nifşên bê de nemîne."

Leyla Ehmed piştrast kir ku bi hezaran wekî Derwêşê Evdî hene û parastina xak û dîroka xwe dikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Berovajî xayinên bi hevkariya dijminan dîrokê dihelînin."

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê destana Derwêşê Evdî sala 2007-2008`an li meteryalên pewerdê zêde kiribû.

(eh)

ANHA