Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê banga xweparastinê ji vîrusa koronayê kir

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Mihemed El-Salim diyar kir ku nependîbûna şêniyan bi tedbîrên pêşîlêgirtinê, bû sedema zêdebûna hejmara nexweşên vîrusê. Her wiha bang li şêniyan kir ku tedbîrên parastinê bigirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê banga xweparastinê ji vîrusa koronayê kir
18 kanûn, 2021   01:35
DÊRAZOR- ELÎ EREB

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Mihemed El-Salim diyar kir ku di pêla yekemîn a vîrusa Koronayê de li gundewarên Dêrazorê nexweşên koronayê tune bûn, lê di pêla duyemîn, sêyemîn û çaremîn de zêdebûneke berçav di hejmara pêketiyên vîrusê de hene, sedema sereke jî negirtina tedbîrên pêşîlêgirtinê ye.

El-Salim got, hejmara kesên ku bi koronayê ketine gihaşt 3 hezar û 551 kes in û ji wan 61 kesan jiyana xwe ji dest dane.

El-Salim bi domdarî got: "Piraniya nexweşên koronayê li herêma Xeranîcê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê ne, ji ber ku ew li kêleka çem e û nêzî herêmên hikumeta Şamê ye. Lê niha em dibînin ku li gundewarê rojavayê Dêrazorê, li herêmên Hermûşiyê, Kuber û Ebû Xeşeb jî hejmara nexweşên korona zêde dibin."

El-Salim wiha lê zêde kir: "Li herêma Kuber hejmara nexweşên korona zêde bidin û ji ber ku klînîka berê ne di xizmetê de ye, klînîkek tendirustiyê tune ye. Me xebatên xwe yên ji bo erêkirinê û diyarkirina bûdceyekê ji Rêveberiya Xweser ji bo avakirina klînîkeke tenduristiyê li herêmê, kiriye û di rojên pêş de xebatên avakirina wê dest pê dikin."

KÊMBÛNA ALAVÊN TENDURISTIYÊ

El-Salim diyar kirk u wan li Kuber û Hermûşiyê derman û tupên oksîjenê ji nexweşên bi vîrûsa Koronayê re peyda kirine û destnîşan kir ku kêmbûneke mezin di tupên oksîjenê de heye û hejmara ku di destên wan de ne, têra tevahî herêmê nake, ji ber ku pêwîstiya her nexweşekî bi zêdetirî 5 tupên oksîjenê heye.

El-Salim di dawiya axaftina xwe de bang li hemû şêniyên Dêrezorê û gundewarê wê kir ku tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrusê bigirin.

(dx)

ANHA