Ciwanên şoreşger: Çalakiyên me wê heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidomin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan got, êrişên çekdarên PDK`ê li ser ciwanan dişibin kiryarên dewleta Tirk ên li dijî ciwanên Kurd li Bakurê Kurdistanê. Ciwnan destnîşan kir ku heta cenazeyên şehîdan radestî malbatan neyê kirin, dê çalakiyên xwe ranewestînin.

Ciwanên şoreşger: Çalakiyên me wê heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidomin
18 kanûn, 2021   07:15
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi kevir û bombeyên gazê êrişî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên ku ji bo şermezarkirina helwestên PDK`ê û radestnekirina cenazeyên şehîdan, berê xwe dabûn deriyê sînor ê Pêşxabûr kirin. Di encamê de 15 ciwan birîndar bûn û birîna du ji wan dijwar e.

Meşa dirêj a ciwanên Sûriyê bi dirûşma "Werin cenga azadiyê" bi tevlêbûna hezar û 300 ciwanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Qamişloyê destpê kiribû û piştî meşa 3 rojan, ciwan gihaşt deriyê sînor Sêmalkayê.

Têkildarî îdiayên PDK û dezgehên çapemeniyê yên girêdayî wê, endamê rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Zerdeşt ji ajansa me re axivîn û got: “Ji bo em piştgiriya berxwedana gerîla bikin, ji bo şermezarkirina siyasetên PDK`ê yên dijberî doza Kurd û ji bo destekê bidin çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê, me meşa xwe li dar xist.“

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên di kemîna çekdarên PDK`ê de di 28-29`ê Tebaxê de li Xelîfanê şehîd bûne, 5`ê Cotmehê çalakiya konvedanê li deriyê sînor ê Sêmalkayê li dar xistiye.

'TU ÇEK DI DESTE ME DE TUNE BÛN'

Zeredeşt diyar kir ku dema gihaştin Sêmalkayê, berê xwe dan deriyê sînor ê Pêşxabûr da ku banga radestkirina cenazeyên şehîdan bikin. Lê çekdarên PDK û çeteyên Roj daxwaza wan red kirin û bi kevir û bombeyên gazê êrişî ciwanan kirin. Zeredeşt wiha domand: “Çeteyên Roj mîna kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ciwanên Kurd li Bakurê Kurdistanê bi xertûman av li me kirin.“

Zeredeşt îşaret bi tevgerên çeteyên Roj ên li dijî şêniyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Îdia dikin ku ew şêniyên Rojavayê Kurdistanê diparêzin û navê leşkerên Roj li xwe dikin. Lê di heman demê de êrişî ciwanên Rojava dikin û li dijî daxwazên wan derdikevin.”

Her wiha Zeredeşt diyar kir ku bi ciwanan re çek tune bûn lê ruxmî wê jî êrişî ciwanan kirin û ev yek diyar kir: "Em neçar bûn ku xwe ji wê êrişê biparêzin."

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Zeredeşt daxuyand ku serok Mesûd Berzanî şandeya qaşo meclisa sivîl a Efrînê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêşwazî kirin, lê Dayikên Aştiyê yên ku zarokên wan ji bona Kurdistanê û gelê wê şehîd bûne pêşwazî nekirin. Zeredeşt wiha pê de çû: “PDK bi awayekî eşkere hevkariya dewleta Tirk dike. Lê em ê parastina şoreşa xwe bikin. Çalakiya me heta wergirtina cenazeyên şehîdan wê berdewam bike.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Sarya Cûdî diyar kir ku PDK û Encûmena Nîştimanî ya Sûriyê (ENKS) hemleyên reşkirinê li dijî ciwanan dimeşîne da ku berxwedan û vîna wan bişikîne û got: “Ew hewl didin ciwanan reş bikin. Da ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê têk bibin ji ber ku ciwan bingeha şoreşê ne.”

Sarya Cûdî balkişand ser girtina deriyê sînor ê Sêmalkayê ji aliyê PDK`ê ve piştî êrişên çekdarên wê yên li ser ciwanan û got: “Îdia dikin ku ji ber êrişa ciwanan, wan dergeh girt. Lê em hemû dizanin ku ev ne cara yekemîn e derî digirin. Ew dixwazin dorpêçê li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin û nehêlin madeyên tenduristî, xizmetguzarî û xwarin derbasî herêmê bibin.”

Sarya Cûdî di dawiyê de diyar kir ku ew berxwedana li hemberî xiyanetê û çalakiyan berdewam bikin heta ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan werin kirin.

(şx)

ANHA