ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2021
18 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 75'an de li Sêmalkayê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Muteahîndan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe li xwaringeha Teyfor a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê cenazeyên şervanên QSD'ê Diyar Kesk û Fedekar Kurdistan ên ku di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk û çeteyên wên li ser gundên Til Temirê şehîd bûne, vedişêrin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Navenda Baqî Xido ya çand û hunerê ya bajarê Kobanê diyar kir ku rakirina destana Derwêşê Evdî ji meteryarlên perwerdeyê yên li Başûrê Kurdistanê, li ser daxwaza dijmin e da dîrok û çanda Kurdan bihelînin û got: "Heger îro destana Derwêşê Evdî rakirin wê sibe zimanê kurdî qedexe bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbic Nûra Hamid diyar kir ku girtina deriyê sînor ê Til Koçerê ji penaber û koçberan re kareseteke mirovî ye û bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewletên aktîf bike da ku derî vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamekî PYD û endameke rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê gotin, armanc ji êrişên dawîn ên li dijî Şengalê qirkirina êzidiyan e. Her wiha bang li gel kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî dakevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, piştrast kirin ku êrişên çekdarên PDK`ê li ser ciwanan dişibin kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ciwanên kurd li Bakurê Kurdistanê. Her wiha destnîşan kir ku xweparastin mafekî rewa ye û heta cenazeyên şehîdan radestî malbatan neyê kirin, dê çalakiyên xwe ranewestînin. (BI WÊNE)

CÎHAN

- Di demekê de ku serokê Şepela El-Sedrî behsa avakirina hikumeteke neteweyî dike, nivîskar û lêkolînerekî iraqî dibêje ku avakirina hikumeta nû wê ne dûrî Îran û Amerîkayê be.

CIVAK Û JIYAN

- Kargeha teksîl a li Hesekê, hewl dide bi rêya peydakirina madeyên xav pîşesaziya herêmî bigihîne asta xwetêrkirinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Mihemed El-Salim diyar kir ku nependîbûna şêniyan bi tedbîrên pêşîlêgirtinê, bû sedema zêdebûna hejmara nexweşên vîrusê. Her wiha bang li şêniyan kir ku tedbîrên parastinê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA