'Hikumeta nû ya Iraqê wê ne dûrî Amerîka û Îranê be'

Di demekê de ku serokê Şepela El-Sedrî behsa avakirina hikumeteke neteweyî dike, nivîskar û lêkolînerekî iraqî dibêje ku avakirina hikumeta nû wê ne dûrî Îran û Amerîkayê be.

'Hikumeta nû ya Iraqê wê ne dûrî Amerîka û Îranê be'
18 kanûn, 2021   05:07
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Piştî ragihandina encamên dawîn ên hilbijartinên parlamentoyê, iraqî li bendê ne ku hikumeta bê were avakirin ku aloziyên li welêt sivik bike. Lê bertekên nakok ên partiyên siyasî, gumanan çêdike ku hikumeta nû ronahiyê bibîne.

Di hilbijartinên dawîn ên Iraqê de Şepela El-Sedrî bi ser ket.

Piştî xebatên ji nû ve jimartinan dengan ku di encamên de guhertineke biçûk di encamên hilbijartinan de çêbû, Komseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê 30`ê Mijdarê encamên hilbijartinên parlamentoyê ragihandin ku di 10`ê Cotmehê de li dar ketibûn.

Komseriyê got, di encama ji nû ve jimartina dengan de ku di hefteyên dawîn de çêbûne, guhertin di 5 kursî li parêzgehên Bexda, Hewlêr, Musil û Kerkûkê de çêbûn.

Li gorî komseriyê, Şepala El-Sedrî di hilbijartinan de bû yekemîn û 73 kursî ji bingeha 329 bi dest xist. Bloka Pêşketin a Sunnî 37 kursî, Îtîlafa Dewleta Qanûnê 33 kursî û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) 31 kursî bi dest xistin.

Komên Şîe yên alîgirên Îranê anku Hevbendiya El-Fetih 17 kursî û Yekitiya Demokratîk a Kurdistanê 17 kursî bi dest xistin.

Hevbendiya Ezim a Sunnî 14 kursî, Nifşa Nû û Tevgera Imtîdad 9 kursî, Îşraqêt Kanûn (Helatina Kanûnê) 6 kursî û Hevbendiya Hêzên Dewleta Nîştimanî 4 kursî bi dest xistin.

REDKIRINA ENCAMAN

Lê gelek partiyên ku para wan kêm bû, encamên hilbijartinan red kirin û doz li dijî encamên hibijartinan vekir.

Çarçoveya Şîe ya ji Fetih û Dewleta Qanûnê û partiyên din pêk tê, encamên hilbijartinan red kirin û Komseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tawanbar kir ku sextekarî kiriye, ruxmî ku Yekitiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) gotin hilbijartin bi awayekî baş li dar ketin.

Di vê çarçoveyê de serokê Hevbendiya Fetih a Iraqê Hadî El-Amrî careke din ragihand ku ew encamên dawîn ên hilbijartinan red dike û got: “Delîl hene ku komseriyê bendên destûrî û qanûnî û bendên fenî yên hilbijartinan bin pê kirine.”

Têkildarî heman mijarê, Îtîlafa Nîştimanî bi serkêşiya Iyad Elawî ragihand ku îtîlafê li cem dadgeha federal li dijî encamên hilbijartinan doz vekiriye.

Îtîlafê di daxuyaniya xwe de got, 14 binpêkirinên fenî û îdarî ku di hilbijartinan de pêk hatine li rex wê binpêkirina destûrî û qanûnî yên ku komseriya hilbijartinan pêk anîne, bi delîl û hicetan radestî dadgeha federal kirine. Di encamê de guhertinek di encamên hilbijartinan de çêbû.

Îtîlafê her wiha got: “Guhertina encamên hilbijartinan, piştî ku deng ji nû ve hatin jimartin, isbat dike ku sextekarî di hilbijartinan de çêbûye.” Îtîlafê li gorî destûrê û qanûnê bang li betalkirina hilbijartinan kir.

Dihat payîn ku dadgeha federal a Iraqê 13`ê Kanûnê, biryara xwe derbarê encamên hilbijartinan de bidaba, lê wê dema doza ku serokê Hevbendiya Fetih (Hadî El-Amerî) li dijî encamên hilbijartinan vekiriye, heta 22`yê Kanûn dereng xist.

GIRÊDANA BI DESTHILATÊ

Derbarê redkirina gelek aliyan encamên hilbijartinên Iraqê de nivîskar û lêkolînerê siyasî yê iraqî Elî El-Beyder got: “Gelek ji wan partiyan dixwazin heta demeke dirêj di desthilatê de bimînin. Yanî dixwazin hegemonya xwe ya siyasî firehtir bikin. Her wiha ji hesabxwestinê di dema bê de bi fikar in ku dirûşma wê guhertin bû. Dozeke din pişta xwe didinê; ew dixwazin hezkiriyên xwe bidin xapandin ku dijmenek heye. Yanî ji xwe re dijminekê diyar bikin ku li pêşiya hêviyên wan disekine. Bi vê yekê dixwazin kolanê li dijî hilbijartinan derxin ku komployeke mezin li dijî wan heye.”

Piştî encama dawîn hêzên Çarçoveya Koordînekirî ya Iraqê ku tê de mezintirîn hêzên siyasî yên Şîe hene, civînek bi serkêşiya serokê Şepela El-Sedrî Muqteda El-Sedir, serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnê Nûrî El-Malkî, sekreterê giştî yê Esaêb Ehl El-Heq Şêx Qeys El-Xezelî, serokê Hevbendiya Dewleta Nîştimanî Emar El-Hekîm û gelek kesayetên navdar li mala serokê Hevbendiya El-Fetih Hadî El-Amrî li dar xist.

Piştî civînê Muqteda El-Sadir li ser hesabê xwe ya twitterê pêwîstiya avakirina hikumeteke nîştimanî destnîşan kir û wiha nivîsand: “Ne rojhilatî, ne rojavayî, tenê hikumeteke niştimanî.”

NE IRANI U NE JI AMERIKI

Têkildarî vê yekê Elî El-Beyder got: “Birêz Muqteda El-Sedir ji gotina xwe armanc dike ku hikumeta bê divê ne amerîkî û ne jî îranê be. Divê girêdayî hundir Iraqê be. Teqez wê gelek alî vê fikirê red bikin ji ber ku pabendî aliyên herêmî û navneteweyî ne û soz dan ku alîkariyê bidin wan aliyan.”

Têkildarî helwesta Çarçoveya Koordînekirî ji daxuyaniyên El-Sedir, El-Beyder got: “Çarçove hegemoya birêz Muqteda El-Sedir red dike. Wê nakokî bi rêya xwepêşendanan gur kir. Dikare bi rêya wan bi gelek aliyên siyasî re li hev bike û El-Sedir ji însiyatîfê dûr bike.”

BETALKIRINA PARKIRINÊ (KOTA)

Piştî destwerdana Amerîkayê li Iraqê sala 2003`yan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pergala parkirina mezhebî (kota) afirand ku erkên serokatiyê di navbera pêkhateyan de li ser bingeha mezhebî werin parvekirin. Desthilata siyasî ya welêt hîna li ser vê pergalê dimeşe ku gelek kes wê wek pirsgirêkekê dibînin û aloziyên welêt çareser nekirin.

Parkirin (kota); tê wê wateyê ku blok û partiyên di hilbijartinan de bi ser ketine, dikarin erkên hikumetê di nav hev de parve bikin. Li gorî kotayê, serokkomarê welêt divê Kurd be, serokatiya wezîran şîî be, serokatiya parlamentoyê sunnî be. Lê ev pergal diyardeya genedliyê li welêt derxist.

Beriya çend rojan Şepala El-Sedrî û PDK`ê dosyaya avakirina hikumeta bê di civînekê de li paytexta Iraqê Bexdayê nîqaş kir.

Serokê Bloka El-Sedrî Hesen El-Ezarî û serokê şandeya PDK`ê Hoşyar Zîbarî ku berî vê ji ber genediyê ji kar hatibû dûrxistin, civîna Şepala El-Sedrî û PDK`ê bi rêve birin.

Li gorî daxuyaniya bloka El-Sedrî, El-Ezarî di civînê de got, divê ji têgeha kota û parvekirina erkan di navbera blokan de were dûrxistin ji ber ku ev têgeh bû sedem ku welat bigihêje tehlûkeyê.

(şx)

ANHA