Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike

Dewleta Tirk a dagirker bi kolandina xendekan li hin herêman û avakirina dîwarê veqetîna sînorî li hin herêman, hewl dide dagirkeriya xwe ya li ser axa Sûriyê rewa bike û piştre tev li Tirkiyê bike.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike
17 kanûn, 2021   04:20
KOBANÊ- MEYSE EKARÎ

Dewleta Tirk ji dema ku beşin ji xaka Sûriyê dagir kiriye ve, bi hemû rêbazan sûcan dike, ji wan kolandina xwendeqan û lêkirinda dîwaran. Armanca wê ji vê yekê ew e ku herêmên dagirkirî ji Sûriyê veqetine û tev li Tirkiyê bike. Bi vê yekê li pêşberî çavê cîhanê tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Çavkaniyên taybet ji gundên sînorî yên Efrînê yên bi Tirkiyê re  ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk piştî ku li gundên navçeyên Şera, Bilbil û Raco bi kûrahiya 2 kîlmetreyan sînor derbas kir, qutkirina beşin ji xaka Sûriyê didomîne.

Destpêka meha borî , çavkaniyên herêmî ji gundên Şêrawa yên dagirkirî ragihandibûn ku artêşa Tirk a dagirker piştî ku li gundê Birc Heyder, Kibêşîn û Fafertî gelek mal xirab satirên axê bilind dike.

Li dirêjahiya eniyên şer ên di navbera Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî û beramberî rêya M4, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xendeq kolandin.

Dagirker bi hinceta parastina herêmên dagirkirî ji êrişan, bi dirêjahiya 230 kîlomtreyan li berambrî rêya M4 xendeq kolandine da ku baregehên xwe yên leşkerî bi hev ve veke.

'DEWLETA TİRK TEVAHÎ QANÛN Û PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BİN PÊ DİKE'

Têkildarî mijarê, parêzer û endamê Yekitiya Hiqûqnasan a Herêma Firatê Îsmet Îbrahîm diyar kir ku li gorî hemû pîvan û peymanên navneteweyî dewleta Tirk dewleteke dagirker e û dagirkirina xaka Sûriyê û tevgerên wê yên dawî delîlê vê yekê ye.

Îsmet Îbrahîm her wiha got, lêkirina dîwar û kolandina xendeqan li herêmên Sûriyê yên dagirkirî, li dijî tevahî qanûnên navnetyeweyî ne. Armanca wê  axa Sûriyê û gelê Sûriyê ji hev cuda bike û milkên taybet wêran bike.

Îbrahîm destnîşan kir ku gelek pîvan û peymanên navneteweyî hene, wekî çar peymanên Cinêvê, Peymana Laheyê û gelek qanûnên din ên têkildarî şer ku qedexe dike ku dewleta dagirker mal û milkên taybet wekî ku dixwaze desteser bike.

Parêzer Îsmet Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hemû aliyên ku bi parastina mafên mirovan eleqedar dibin, têkildarî van binpêkirinan, dozekê li dijî AKP'ê ya bi serokatiya Erdogan vekin û hesab ji wan bixwazin.

(dx)

ANHA