ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2021
17 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 74'an de li Sêmalkayê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisên kantona Qamişlo civîna xwe ya salane li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê bi diruşma "Nivîsandin berpirsyartî ye", kongreya xwe ya 5'emîn li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin, bêxemiya navneteweyî ya derbarê dosyaya darizandina çeteyên DAIŞ’ê de têkbirina fikirê DAIŞ’ê ya tundraw li herêmê û cîhanê dereng dixe û dibe piştevanê vejîna wê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Hesekê diyar kirin ku rejîma Tirk bi girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan siyaseteke qirêj dimeşîne û gotin: "Bi rêya tecrîdê hewl dide rê li ber belavbûna fikirê rêbertî bigire." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrişên ser kesayetên welatparêz ên êzidî tola çeteyên DAIŞ'ê hiltîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker bi kolandina xendekan li hin herêman û avakirina dîwarê veqetîna sînorî li hin herêman, hewl dide dagirkeriya xwe ya li ser axa Sûriyê rewa bike û piştre tev li Tirkiyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Dayikên Aştiyê nerazîbûnên xwe nîşanî pêşwazîkirina "rêveberên Efrîn" ya dagirkirîn, li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Mesûd Barzanî ve da û gotin: “Dema me xwest nameyekê radestî wan bikin me red kirin, lê ji bo pêşwazîkirina dijminan amade ne.” her wiha diyar kirin ku bi girtina deriyê Pêşxabûrê PDK‘ê dixwaze Rojava dorpêç bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Nivîskar û dîrokzanê Kurd Biradost Mîtanî got: "Kesên bi navê olê diaxivin û banga rakirina destana Derwêşê Evdî ji meteryalên perwerdeyê dikin, hewl didin çand û dîroka gelê Kurd qir bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber deregmanyîna barîna baranê, cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar in ku saleke hişk derbas bibe û bandorê li zeviyan bike. Li aliyekî din hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê got, ew girîngiyeke mezin didin projeyên avdanê, mazot û semad ji cotkaran re pêşkêş dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA