'Bi girankirina tecrîdê hewl didin rê li ber belavbûna fikirê Rêber Ocalan bigirin'

Şêniyên Hesekê diyar kirin ku rejîma Tirk bi girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan siyaseteke qirêj dimeşîne û gotin: "Bi rêya tecrîdê hewl dide rê li ber belavbûna fikirê rêbertî bigire."

'Bi girankirina tecrîdê hewl didin rê li ber belavbûna fikirê Rêber Ocalan bigirin'
17 kanûn, 2021   02:35
HESEKÊ

Desthiltdariya dewleta Tirk siyasetên xwe yên dermirovî li dijî rêber Abdullah Ocalan didomîne. Tecrîdeke giran li dijî wî ferz kiriye û rê nade malbat û parêzeran ku serdana wî bikin. Rejîma Tirk di 29'ê Mijdarê cezayên nû birî û hevdîtina parêzeran a bi miwekilê xw re 6 mehan û ya malbatê 3 mehên din dirêj kir.

Li cîhanê, di serî de Kurdistan, bertekên li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan zêde dibin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin ku dewleta Tirk bi rêya van siyasetan hewl dide fikirê azad ji holê rake û gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz tune bike.

Şêniya bi navê Cîhan Mihemed a ji pêkhateya Kurd ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê got, dewleta Tirk bi rêbazên xwe yên cûda di hewldanên qirkirina gelê Kurdan de berdewam e.

Cîhan Mihemed diyar kir dewleta Tirk a ku ji fikir û felsfeya rêber Ocalan ditirse bi salan komkujî û qirkirin li dijî gelê Kurd pêk anîne û got, li cîhanê bi milyonan mirov, bi taybet gelê Kurd ramanê rêber Ocalan pejirandine û wekî projeyeke ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe dibîne.

Cîhan Mihemed her wiha da zanîn ku gelê Kurd ji roja girtina rêber Ocalan ve heta niha li qadan daxwaza azadiya fîzîkî ya rêbertî dike.

Cîhan Mihemed rêber Abdullah Ocalan bi "Xwediyê fikir û felsfeya azad" û siyasetên dewleta Tirk bi "Hewldana rêgirtina li ber belavbûna fikirê wê yê ronî"  wesifand. Her wiha diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.

Şêniyê bi navê Hemîd Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji îdeolojiya rêbertî ya ku li cîhanê belav bûye ditirse û wiha axaftina xwe domand: "Em dibînin ku şervanên biyanî ji bo berdewamiya vê ramanê li her derê li kêleka hêzên me yên Kurd şer dikin."

Hemîd Elî bang li civata navneteweyî û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî yên peywendîdar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi erka xwe rabin.

Hevdîtina dawî ya bi rêbertî re di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hat.

Şêniya bi navê Nişmiye Yûnis tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan bi şerekî bi nav kir ku dewleta Tirk dimeşîne da ku fikir û felsfeya wî sînordar bike. Her wiha got, fikirê rêber Ocalan ji tevahî aloziyên Rojhilata Navîn re çareserî ye.

Nişmiye Yûnis di fikir û felsefeya rêber Ocalan de parastina doz û çanda gelê Kurd dibîne û wiha got: "Ez zarokên xwe li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan mezin dikim û niha zarokên min şervan in, doz û zimanê xwe diparêzin.  Ez gelek serbilind im ku ji bo fikir û felsfeya rêbertî dayika çar şervanan im."

Nişmiye Yûnis destnîşan kir ku şoreşa bi pêşengiya rêber Ocalan bi hezaran şoreşger li pey îdeolojiya xwe hiştiye û got, ew ê şoreşa xwe berdewam bikin heta ku armancên xwe pêk bînin û azadiya fizîkî ya rêbertî misoger bibe.

(dx)

ANHA