Taqîgeha yekane ya çêkirina testên koronayê careke din dixebite

Piştî Desteya Tenduristiyê miqdareke ji madeyên taqîgehê dabîn kir, yekana alava çêkirina testên vîrusa Koroanyê (PCR) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din ket xizmetê.

Taqîgeha yekane ya çêkirina testên koronayê careke din dixebite
16 kanûn, 2021   17:40
QAMIŞLO-SOLÎN  EHMÊ

Ji 10`ê Mijdarê ve yekane alava teşxîsa Koronayê (PCR), li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna madeyên hatibû rawestandin.

Piştî ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê miqdarek madeyê taqîgehê dabîn kir, careke din alava PCR ket xizmetê

/ar/uploads/files/2021/12/16/163420_jwan-mstfa.webp

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ji ajansa ANHA`yê re behsa zehmetiyên dabînkirina madeyên çêkirina testên vîrusa Koronayê kir û wiha got: "Ev derman li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayên peydakirin û tenê bi rêya deriyên sînor derbasî herêmê dibin. Lê deriyên sînor demekê dirêj ji ber ambargoya li ser herêmê girtî ne, di encamê de madeyên tibî û tenduristiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nabin."

Deriyê sînor ê Til Koçer ku herêmên Rêveberiya Xweser bi derve ve girê dide bi vetoya Rûsya û Çînê ji dawiya 2019`an ve hatiye girtin, di encamê de bandoreke mezin li qadên tenduristî û xizmetguzariyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Ciwan Mistefa îşaret bi kar û xebata bi armanca dabînkirina hewcedariyên tibî kir û ev li gotina xwe zêde kir: "Piştî derdora mehekê me miqdarek ji madeyên taqîgehê yên bo alava PCR a yekane li herêmê, dabîn kir ku ew ê heta demekê têra me bike, lê em hewl didin miqdarekî mezintir ji madeyên taqîgehê û tibî ji gelê xwe re peyda bikin."

Dr Ciwan Mistefa diyar kir ku rêxistinên derve yên cîhanê soz dane wan ku ew ê miqdarekî din ji madeyên taqîgehê derbasî herêmê bikin.

Ciwan Mistefa da zanîn ku dibe pêleke nû ya vîrusa koronayê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Cîhan tevde bi pêleke nû ya Koronayê re rû bi rû ye, ji lew re em dûr nabînin ku li herêmên me jî ev pêl belav bibe, ger belav bibe jî dê tedbîrên pêwîst werin girtin. Em bi hêvî ne ku mîna berê em ê rê li pêşiya vê pêlê jî bigirin."

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  10`ê Mijdara derbasbûyî ragihand ku hejmara pêketeyan 36 hezar û 960 kesn in, ji wan hezar û 478 jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 498 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA