Komîteya Şaredariyan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist

Komîteya Şaredariyan û saziyên wê yên li bajarê Minbicê civîna xwe ya salane li hola Meclisa Rêveber a li naverasta bajêr, li dar xist.

Komîteya Şaredariyan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Şaredariyan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Şaredariyan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Şaredariyan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Şaredariyan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Şaredariyan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Şaredariyan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Şaredariyan a Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
16 kanûn, 2021   16:28
MINBIC

Endamên rêveberiyê, endamên Komîteya Şaredariyan û hemû sazî tev li civînê bûn. Civîn rêzgirtinê dest pê kir, piştre şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Şiyar Mihemed axivî geşedanên siyasî yên li herêmê nirxand.

Şiyar Mihemed got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gel sûcan pêk tînin, ji wan qetilkirin û guhartina demografiya li herêmên ku dagirkiriye, her wiha di demên dawî de gefan dixwe da projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan têk bibe."

Mihemed ev li gotina xwe zêde kir: "Bi tu awayan ev gef nayên qebûl kirin, em van bêbextî û êrişên şermezar dikin û dewletên garantor berpirsa vê yekê dibînin."

Hevseroka Komîteya Şaredariyan Bêrîvan Derwîş rapora salê ya kar û xebatên komîteyê xwend û got: "Li herêma îdarî ya girêdayî şaredariyê projeyên xizmetguzariyê pêk hatin, her wiha projeya xwaringehê û baxçeyê Nivîsgeha Jinan bi dawî bû, peyara qewsê bendavê û pireya li gundê Xirbê Rûs û çerxerêya Kabrece bi lêçûna milyon û 500 hezar lîreyên sûrî hatin sererastkirin. Her wiha gelek rê û rîgarên li herêmê hatin sererastkirin."

Têkildarî kar û xebata ziftkirinê Bêrîvan Derwîş ev nirxandin kir: "Li bajêr û gundan miqdarê dirêjkirinê 615 metreçargoşe bû û miqdarê sererastkirinê jî 5 hezar û 716 metreçargoşe bû, her wiha projeyên kanalîzasyonan li deverên cuda yên bajêr hatin pêkanîn û karê werşeyên paqijkirinê hatin şopandin, ji wan rojane bajêr û kamp dihatin paqijkirin."

Têkildarî dabînkirina avê li bajêr Bêrîvan Derwîş wiha axivî: "Karkerên saziyên li saziya avê xebata sererastkirin û dayînê û belavkirina ava heyî dişopînin, li aliyekî din jî projeya sazkirin û siwarkirina pombeyan pêk tînin û projeya guhartina xetên pompeya Resim Ebid û projeya kolandina bîrên normal li taxên bajêr pêk tînin."

Bêrîvan Derwîş bi domdarî got: "Rêveberiya Eqarî belgeyên gelek gundan tomar dike û derdora hezar û 892 belgeyên eqarî hatin dayîn û biryarên dadgeh û wekaletên nivîskarên edlê jî hatin dayîn û radestî aliyên peywendîdar hate kirin. Her wiha projeya qada Qaban a taxê bi dawî bû û projeya geraca gundewarê rojava û veguhestina hudnirîn bi dawî bû û li bajêr du xetên veguhestina hundirîn hatin aktîfkirin."

Dûvre sinivîsyonek têkildarî kar û xebatên ku komîteya şaredariyan ên îsal li bajarê Minbicê û gundewarên wê pêk hatin, hate pêşandan.

Di dawiyê de li ser plansaziya îsal nîqaş hate kirin, ji girîngtirîn projeyan jî dabînkirina ava vexwarinê ji çend gundên li gundewarê bajarê Minbicê.

(eh)

ANHA