Meclisa Ciwanan a PYD`ê bi panelekê îşaret bi rola ciwanan kir

Meclisa Ciwanan a PYD`ê ya Helebê  bi sernavê "Rola ciwanan di pêşxistina civakê de" panelek li dar xist.

Meclisa Ciwanan a PYD`ê bi panelekê îşaret bi rola ciwanan kir
Meclisa Ciwanan a PYD`ê bi panelekê îşaret bi rola ciwanan kir
Meclisa Ciwanan a PYD`ê bi panelekê îşaret bi rola ciwanan kir
Meclisa Ciwanan a PYD`ê bi panelekê îşaret bi rola ciwanan kir
16 kanûn, 2021   17:56
HELEB

Bi dehan ciwanên endamên partiyên siyasî, ji wan Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat a Sûrî, Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Demokratîk, her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên Hêzên Parastina Civakî beşdarî panelê bûn. Panel li hola civînan a MSD`ê ya beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Panel bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama Rêveberiya Meclisa Ciwanan a PYD`ê Lîna Kedro îşaret bi rola ciwanan di civakê de kir û wiha dewam kir: "Ciwan stûna her netewe û bingeha wê ne, pêşengên rêxistinê û dilê wê ne, her wiha civakê pêşdixin, li welêt kaniya jiyanê ne û alava geşkirinê ne. Ciwan civakeke durist ava dikin."

/ar/uploads/files/2021/12/16/163603_lyna-kdrw.webp

Lîna Kedro destnîşan kir ku ciwan roleke girîng di avakirina civakê de dilîzin û divê civak sûdê ji rola wan a di pêşxistin û rêxistinkirinê de werbigirin.

Lîna Kedro bal kişand ser rola ciwanan di qada siyasî de û ev lê zêde kir: "Ciwan dikarin bi rêya tevlbûna qada siyasî de rola xwe di avakirina weleta û civakî de bilîzin, lê tişta balkêş ew e ku li welatên Rojhilatê Navîn û cîhanê zêde dûrî rola xwe ya rastîn dikevin."

Lîna Kedro bi domdarî got: "Li kîjan dewletê yan jî civakê dibe bila bibe û cihê wê ji aliyê azadî, demokratî û hêza aborî di nav dewletên cîhanê de di kîjan astê de be, bêyî îstiqrara siyasî, civakî û aborî pêş nakeve. Ev jî ger mirov di geşkirina vê îstiqrarê de rolekê nelîze ne mumkin e pêk were. Ji ber ku di şeran de û li hemberî şerê taybet, ciwan bingeha parastina welat û civakê ne."

Endama Rêveberiya Meclisa Ciwanan a PYD`ê Lîna Kedro di dawiyê de got, ew hewl didin hemû  tevger û rêxistinên ciwanan kar û xebatê bikin û li hemberî avakirina welatên xwe, parastina wî û pêşketin bi berpirsyariya xwe rabin.

Panel bi nîqaşan bi dawî bû û tê de îşaret bi berdewamkirina hemleyên perwerdekirina ciwanan hate kirin.

(eh)

ANHA