​​​​​​​QSD'ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin

QSD'ê nasnameyên 3 şervanên ku di şerê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li gundewarên Til Temirê şehîd bûne, eşkere kirin û soza pêkanîna armancên wan da.

​​​​​​​QSD'ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin
16 kanûn, 2021   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 3 şervanên xwe de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên wan dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê bisekinin û berxwedaneke bêhempa li hember hovîtiya dagirkeriya Tirk raber bikin. Hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirk tu ferqê naxe navbera zarok, jin û kal û pîran û malan bi çekên giran û qedexekirî dike hedef û tevahî peymanên navneteweyî binpê dike.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên QSD`ê yên ku li ser bingeha parastina herêmê xwe bi rêxistin kirine, dê bersiva hemû êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bidin.

QSD di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 13'ê Kanûna 2021'an di encama êrişên dagirkeriyê yên li ser bakurê Til Temirê de 3 şervanên me piştî ku bi lehengane li ber xwe dan, gihaştin asta şehadetê.”

Nasnemeyên şehîdan wiha ne:

Navê şoreşgerî: Cîhad Kobanê

Nav û paşnav: Cîhad Hesen

Navê dayikê: ferîde

Navê bav: Mehmûd

Cih û dîroka şehadetê: Bakurê Til Temirê, 13'ê Kanûna 2021'an

*****

Navê şoreşgerî: Diyar Kesk

Nav û paşnav: Yasîn Eksî

Navê dayikê: Gurbet

Navê bav: Hisên

Cih û dîroka şehadetê: Bakurê Til Temirê, 13'ê Kanûna 2021'an

*****

Navê şoreşgerî: Fedekar Kurdistan

Nav û paşnav: Eqîl Reşo

Navê dayikê: Zelûx

Navê bav: Henan

Cih û dîroka şehadetê: Bakurê Til Temirê, 13'ê Kanûna 2021'an

QSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên wan da.

)dm(