Berteka malbatên şehîdan ên li Sêmalkayê ya li dijî PDK'ê: Cenazeyên me bidin me!

Çalakiya malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan 73 roj e li Sêmalkayê didome. PDK’ê îro deriye sînor girt. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Komîteya Kar û Barên Civakî bertekên tund nîşanî PDK'ê dan.

Berteka malbatên şehîdan ên li Sêmalkayê ya li dijî PDK'ê: Cenazeyên me bidin me!
Berteka malbatên şehîdan ên li Sêmalkayê ya li dijî PDK'ê: Cenazeyên me bidin me!
Berteka malbatên şehîdan ên li Sêmalkayê ya li dijî PDK'ê: Cenazeyên me bidin me!
Berteka malbatên şehîdan ên li Sêmalkayê ya li dijî PDK'ê: Cenazeyên me bidin me!
16 kanûn, 2021   12:54
QAMIŞLO

Çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên bi deste hêzên PDK'ê hatine şehîdkirin, li deriyê sînor ê Sêmalkayê di roja xwe ya 73’yan de dewam dike. Rayedarên PDK'ê îro di saetên sibê de deriyê sînor girt.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê û Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê serdana çalakiyê kir û bertekên tund nîşanî PDK'ê dan.

Çalakvan li ser sînor li hev civiyan û daxuyaniyek da çapemeniyê.

'KANÊ BIRATÎ?'

Hevseroka Komîteya Kar û Barên Koçberan a Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê Feyrûşah Remezan daxuyanî da û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Feyrûşah got: "Her kes dizane ku di şeran de radestkirina cenazeyan ji malbatên wan re, di hiqûqa navneteweyî de cih digire. Ev 73 roj e em wek gelê Rojava em cenazeyên xwe dixwazin. Em ji wan kesan dixwazin ku em jê re dibêjin bira. Divê hûn hewcedariyên biratiyê bi cih bînin û cenazeyên şehîdên me radestî malbatên wan bikin. PDK îdia dike ku ew birayên gelê Kurdistanê ne. Kanê biratî?”

LI HEMBER PDK'Ê BANGA YEKITIYÊ

Feyrûşah Remedan bal kişand ser girtina deriyê sînor û got: "Gelê me bi rojan e li vir cenazeyên şehîdên xwe dixwaze, lê PDK'ê deriyê sînor girt. Ma biratî ev e? Ez bang li hemû gelê Kurdistanê, bi taybetî jî bang li gelê Başûr dikim; ji bo şehîdên me di heman eniyê de bibin yek. Dijminê me yê hevpar dewleta Tirk e. Em dibêjin biratî û heke hûn bi rastî jî bira bin, bêjin "Werin û cenazeyên xwe hildin." Em ji partî û gelê Başûr dixwazin ku van polîtîkayên qirêjî yên PDK'ê bibînin û li dijî wan derkevin."

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Desteya Kar û Barên Civakî li konê çalakiyê bi çalakvanan re civiyan.

Hêzên PDK'ê duh jî bi bombeyên gazê û ava bişid êrişî çalakiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li Sêmalkayê kiribû û di encamê de 2 jê giran, 15 ciwan birîndar bûbûn.