Nakokiyên di nava ENKS`ê de eşkere dibin

ENKS`ê daxuyaniya serokê xwe Siûd El-Mele ku tê de dewleta Tirk wek dijminê sereke yê gelê Kurd pênase kiribû, red kir. ENKS`ê bi vê yekê desteka xwe ya ji dewleta Tirk re diyar kir û ev yek wek nîşaneyeke nakokiyên di nava ENKS’ê de hate şîrovekirin.

Nakokiyên di nava ENKS`ê de eşkere dibin
16 kanûn, 2021   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê ENKS`ê û nûnerê di nava Itîlafa Sûriyê ya Hêzên Şoreşger û Mûxalif de Siûd El-Mele di panelekê de ku roja înê li Qamişloyê hate lidarxistin, gotibû dewleta Tirk dijminê sereke yê gelê Kurd e û endamên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê çete ne.

ENKS’ê di 15`ê Kanûnê de (duh) bi navê Emîndariya Giştî ya ENKS`ê daxuyaniyek da û tê de daxuyaniyên serokê xwe red kirin û got ew tenê nêrîneke kesayetî ye û tevlihevî di nava şopdaran de çêkiriye.

ENKS`ê di daxuyaniya xwe de girêdana xwe ya bi dewleta Tirk re eşkere kir û wiha got: "Em teqeziyê li ser xwesteka me ji bo avakirin û xurtkirina têkiliyên rêzdariyê bi hemû kesan re dikin ku di zehmetiyê de destek da gelê Sûriyê û ji ber alîkariya ku pêşkêş kirin da ku bigihêjin armancên xwe û bicihkirina koçberan, spasiya dewletên mezin, dewletên herêmê û Tirkiyê dikin."

(bx)

ANHA