Mazot li malbatên şehîdên komkujiya El-Şiêtat hate belavkirin

Bi însiyatîfa xebatkarên saziyên sivîl ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê û bi desteka Rêveberiya Sotemeniyê mazot li 800 malbatên şehîdên komkujiya El-Şiêtat hate belavkirin.

Mazot li malbatên şehîdên komkujiya El-Şiêtat hate belavkirin
15 kanûn, 2021   11:44
DÊRAZOR

Însyatîf ji aliyê xebatkarên saziyên sivîl ve hatiye destpêkirin û her xebatkarek 2 hezar lîreyê Sûriyê dide. Nêzî 10 milyon lîre hate berhevkirin û 700 bermîlên mazotê hatin kirîn.

Li gorî daneyan, hejmara malbatên ku divê mazot li ser wan were belavkirin 776 malbat in, ji ber vê yekê rêveberiya sotemeniyê piştgirî da ku rêjeya wê bigihêje 800 bermîlan.

Cîgirê desteya serokatiyê ya meclisa herêmê rojhilat Tariq Ebdulrehmen spasiya her kesî kir ku tev li vê însiyatîfê bûye û hêvî kir ku însiyatîfek din hebe da ku pêdiviyên zivistanê yên din jî werin peydakirin.

Casim Ebas El-Elî ji malbatên komkujiya El-Şiêtat ev însiyatîf nirxand û diyar kir ku divê destek bidome, ji ber ku hin malbat hene bê mal in û hewcedariya wan bi desteka manewî û madî heye.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdên Komkujiya El-Şiêtat Mihemed El-Ûbêf jî bang li aliyên peywendîdar kir ku zêdetir piştgiriyê bidin, bi taybet têkildarî vekirina baxçeyê zarokan.

Meclisa Malbatên Şehîdên Komkujiya El-Şiêtat ku sala 2019'an hatiye damezirandin, piştgiriya malbatên şehîdan bi desteka Meclisa Sivîl a Dêrazorê didomîne.

(dm)

ANHA