Li kampa Mehmûdlî amadekariyên zivistanê

Rêveberiya kampa Mehmûdlî ya Tebqayê dest bi amadekeriyên demsala zivistanê kir û bergiriyên nû girt.

Li kampa Mehmûdlî amadekariyên zivistanê
Li kampa Mehmûdlî amadekariyên zivistanê
Li kampa Mehmûdlî amadekariyên zivistanê
Li kampa Mehmûdlî amadekariyên zivistanê
Li kampa Mehmûdlî amadekariyên zivistanê
15 kanûn, 2021   11:50
TEBQA

Kampa Mehmûdlî li bakurê bajarê Tebqayê ye û mezintirîn kampa li herêmê ye. Nêzî hezar û 760 malbatên koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê tê de dijîn.

Bi derbasûna demsala havînê re ku gelek kon rizandin, rêveberiya kampê dest bi amadekarina pêwîstiyên zivistanê kir.

Rêveberekî kampa Mehmûdlî Ebdulhadî El-Ebid diyar kir ku rêveberiya kampê du parên xwarinê, parek madeyên paqijkirinê li her malbatekê belav kirine, ji ber ku rêxistinan ev zêdetirî 2 mehan e alîkarî belav nekiriye.

El-Ebid destnîşan kir ku kêmasiya pêdiviyên tenduristiyê li kampê heye û bang li niştecihên kampê kir ku hemû tedbîran bigirin da ku şewat çênebin û sotemeniyê di hundirê konan de bi kar neynin.

)bx)

ANHA