Konferansa birîndarên şer li Minbicê hat lidarxistin

Komeleya Birîndarên Şer a Minbicê yekemîn konferansa xwe bi dirûşma "Birîndarên şer bîranîneke dîrokî ne" li dar xist.

15 kanûn, 2021   11:36
MINBIC

Bi dehan birîndarên şer, fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Partiya Sûriya Pêşerojê û nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî konferansê bûn ku li holê meclisa qanûnsaz hate lidarxistin.

Şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Şiyar Mihemed konferans li beşdaran û şehîdan pîroz kir û soza şopandina rêya wan nû kir.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo jî got: "Hûn dilê jiyanê ne û em hêza xwe ji we digirin."

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku ew serbilind in ku li pêşiya wan bisekinin. Her wiha piştrast kir ku ev fedakariyên ku şehîdan û birîndaran di şer de dane, misogeriya yekane ya serkeftinê ye.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Partiya Sûriya Pêşerojê ji ber fedakariya birîndarên şer ew xelat kirin û konferans bi dawî bû.

(dm)

ANHA