Neteweyên Yekbûyî banga nûkirina peymana nukleerî kir

Neteweyên Yekbûyî bang li aliyên pêwendîdar kir ku vegerin rêkeftina nukleerî ya sala 2015'an û cezayên li ser Tehranê rakin.

Neteweyên Yekbûyî banga nûkirina peymana nukleerî kir
15 kanûn, 2021   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira sekreterê giştî yê NY'ê ya kar û barên siyasî Rosemary DiCarlo di civîna Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ji Îranê xwest ku ji gavên ku ne li gorî rêkeftina nukleerî ne, vegere.

Rayedara NY'ê her wiha destnîşan kir ku rapora herî dawî ya Saziya Enerjiya Atomê (IAEA) binpêkirinên Îranê ji dema vekişîna Amerîkayê ji vê rêkeftina nukleerî di dema serokê berê Donald Trump di sala 2018`an de, bi berfirehî eşkere dike.

Rosemary DiCarlo bang li Amerîkayê jî kir ku cezayên xwe rake.

Di daxuyaniyeke hevbeş de Almanya, Brîtanya û Fransayê ku hê jî alîgirên rêkeftina 2015'an in, piştast kir ku heta niha deriyên dîplomatîk ji bo rêkeftinê vekirî ne.

(dx)