​​​​​​​HPG: Dewleta Tirk bi nûçeyên derew hewl dide têkçûna xwe veşêre

HPG'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku “Dewleta Tirk a mêtinger îdia dike ku di êrişan de windahiyên me çêbûne û li ser vê yekê ji xwe re hejmaran diyar dike, li ser vê yekê jî nûçeyên derew amade dike û dixwaze hem raya giştî bixapîne hem jî têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla binixumîne.”

​​​​​​​HPG: Dewleta Tirk bi nûçeyên derew hewl dide têkçûna xwe veşêre
15 kanûn, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û tê de hate gotin: "Di encama çalakiyên xurt ên demên dawî yên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwarin. Niha jî hewl dide bi êrişên hewayî yên giran ên li ser qadên gerîla encamê bigire. Di êrişên hewayî yên artêşa dewleta Tirk de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.

Dewleta Tirk a mêtinger bi rêya medya xwe ya şerê taybet îdîa dike ku di êrişan de windahiyên me çêbûne û li ser vê yekê ji xwe re hejmaran diyar dike, li ser vê yekê jî nûçeyên derew amade dike û dixwaze hem raya giştî bixapîne hem jî têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla binixumîne. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin propagandaya şerê taybet a dagirkeran ku li ser derewan dike."

He wiha di daxuyaniyê de li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî hatin dayîn: "13'ê Kanûnê saet di navbera 16:30-20:30'î de li herêma Garê gundê Dêrîkê yê ser bi navçeya Duhokê û qada Sêdarê bi balafirên şer hatin bombekirin. Di navbera 12 û 14'ê Kanûnê de artêşa Tirk qadên Kûnîşka, Şehîd Rustem, Karker û Çemço yên herêma Zapê bi balafirên şer bombebaran kir."