Rêveberiya Çandiniyê plansaziya xwe ya salane eşkere kir

Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist. Rêveberiyê biryar da ku stasyonên çavdêriya hewayê bên avakirin, pir werin çaksazkirin û rûbarên hêşînahiyê berfireh bikin.

Rêveberiya Çandiniyê plansaziya xwe ya salane eşkere kir
15 kanûn, 2021   09:45
QAMIŞLO

Duh Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li hola Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a li navçeya Amûdê li dar xist. Di civînê de çareseriyên ji bo pirsgirêkên sala 2021’an û derxistina plansaziya 2022’an hatin nîqaşkirin.

Plansaziya nû wiha ye:

- Dê stasyon ji bo çavdêriya hewayî bên amadekirin.

- Ji bo pêkanîna lêkolînên zanistî yên çandiniyê dê li kantona Qamişloyê taqîgeh bên çêkirin.

- Dayîna perwerdeyên taybet ji bo beşên parastina hêşînahiyê, sewaldariyê, berhemdariya hêşînahiyê û çavkaniyên avê.

- Çaksaziya piran.

- Bi armanca parastina ekolojî û berfirehkirina zeviyên çandiniyê, milyonek dar li Qamişlo û Hesekê bên çandin.

- Dabînkirina dermanan ji bo sewaldariyê li herêmê.

- Zêdekirina yekîneyên nîşandanê li navçeyên Qamişlo û Hesekê.

- Dê Desteya Aborî û Çandiniyê ji hev bê veqetandin.

(sb)

ANHA