Rojnameyên erebî: Li gundewarên rojhilatê Derayê alozî heye

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, Lubnan û Tunisê kir.

Rojnameyên erebî: Li gundewarên rojhilatê Derayê alozî heye
Rojnameyên erebî: Li gundewarên rojhilatê Derayê alozî heye
Rojnameyên erebî: Li gundewarên rojhilatê Derayê alozî heye
15 kanûn, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÊRIŞEKE BIGUMAN LI DIJÎ LÎWAYA LEŞKERÎ LI GUNDEWARÊN ROJHILATÊ DERAYÊ’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Şeva duşemê li derdora Lîwaya 52`an a artêşa Sûriyê ku duyemîn mezintirîn lîwaya leşkerî ya Sûriyê li gundewarên rojhilatê Dera û heta derdora Siwêdayê ye, şerekî dijwar rû da. Çalakvanên ji Derayê got kesên nenas êrişî benda kontrolê ya rejîmê ya li derdora bajarê El-Herak ê nêzî Lîwaya 52`an kir û şer nêzî nîv saetê dewam kir. Her wiha bajarê El-Herak hate topbarankirin.

Her wiha li gorî kesekî ji bajar, piştî ku kesên nenas leşkerekî artêşa Sûriyê kir hedef, tank û çekên giran ên lîwayê ber bi herêma şer ve çûn. Paşê li kolanên sereke yên bajarê El-Herak hêzên rejîma Sûriyê belav bûn. Her wiha hemû dikanên bazirganiyê û sûk hatin girtin. Hin malbat ji ber tirsa ji topbaranê, êriş û şer ji bajar derketin.

Li gorî çavkaniyekî, armanc ji vê yekê ku peyama gefan bide û hişyariyê bidin herêma derdora lîwayê ku dê endamên lîwayê yan jî bendên derdora wê bikin hedef. Çavkanî destnîşan kir ku piştî hedefgirtina leşkerên rejîmê, biryara qedexeya motorsîklêtan li bajarê El-Herak û bajarokên El-Milîha yên rojava û El-Sûra derket.

Li bajarê El-Herak di Cotmeha borî de lihevkirineke nû pêk hat û Rûsya li El-Herak nexşerêyek saz kiribû.”

‘BÎTAR DER BARÊ ELÎ HESEN XELÎL DE BIRYARA GIRTINÊ DA’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Aliyên siyasî yên Lubnanê derxistina biryara girtinê ji aliyê dadgerê berpirsê lêpirsîna teqîna li Beyrûtê, Tariq Bîtar, li dijî wezîrê berê yê darayî Elî Hesen Xelîl, wekî seknandina li hemberî Hizbullah û sekreterê wê yê giştî Hesen Nasrullah, bi nav kir.”

‘NEXŞERÊYA TUNISÊ’

Der barê mijara Tûnisê de jî rojnameya El-Beyan got: "3 bendên sereke yên ku di axaftina serokê Tunisê Qeys Saîd de derketin hole; nexşerêyek ji bo qonaxa pêş a li welêt, ji bo bidawîkirina krîza ku bû sedema girtinan komek tedbîrên awarte di Tîrmeha borî de.

Li gor serokê Tunisê, şêwira gel dê bi rêya platformên elektronîk li navendên herêmî were lidarxistin.”

(bx-dx)