Rojnamevenî misirî: Rêveberiya Xweser hevgirtineke di nava pêkhateyan de ava kir

Rojnamevanê misirî Seyid Mistefa got, hikumetên destpot derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyan de wekî rêbazekî ji bo berdewamkirina rêzedagirkirin û desthilatdariya xwe dibînin û diyar kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser jî hevgirtinek di nava pêkhateyan de çêkir.

Rojnamevenî misirî: Rêveberiya Xweser hevgirtineke di nava pêkhateyan de ava kir
15 kanûn, 2021   02:45
HELEB- MIHEMED EBDO

Têkildarî girîngiya avakirina hevbendiyekê di navbera pêkhateyên herêmê ji Ereb, Kurd û Suryan de rojnamegerê misirî Seyid Mistefa ji ANHA'yê re axivî. Mistefa îşaret pê kir ku têkiliyên Kurd, Ereb û Suryan dîrokî ne û hevgirtî ne.

'HIKUMETÊN DESTPOT NAKOKIYÊN DIAFIRÎNIN DA KU DESTHILATIYA XWE BERDEWAM BIKIN'

Mistefa destnîşan kir ku destên hikumetên destpot di xerabkirina têkiliyên gelan de hene û wiha got: "Van hikumetan hewl dan gelan derbe bike da ku xakên wan dagir bikin, mîna dewleta Tirk dema komkujiyên Sêfo li dijî Suryan pêk anîne. Dûvre jî gelek komkujî li dijî gelê Kurd pêk anîn, da ku Bakurê Kurdistanê vala bike û li şûna wan tirkan bi cih bike û di encamê de dewlemendiya sererd û binerd a wan herêman kontrol bikin."

Mistefa diyar kir ku hikumetên desthilatdar ên li Iraqê jî mîna desthilata Baasê nakokiya etnîkî çêkir  da ku desthilata xwe biparêze û wiha domand: "Siyaseta hikumeta Şamê heman siyaseta deweta Tirk e. Bi wê re hewl dide nakokiyan Ii Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxîne da ku aramiya herêmê têk bike."

Seyid Mistefa îşaret pê kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser hevgirtineke di navbera pêkhateyên herêmanê, bi taybet li Reqa û herêmên din ên ereban de ava kir.

‛PIRSGIRÊK NE DI PARÇEKIRINA PÊKHATEYAN DE YE, LÊ DI HEBÛNA AJANDEYÊN DERVE DE YE’

Girêdayî lidarxistian kongreya ku beriya çend rojan li Bexdayê bi diruşma "Ber bi diyaloga erebî-kurdî ya serketî ve" hate lidarxistin, Mistefa daxuyand ku niyetên hikumeta Bexda li dijî kurdan hene. Piştî refarendoma li Hewlêrê û derbasbûna hêzên Iraqê gelek bajaran mîna Kerkûkê, hewldanên derbekirina kurdên li Iraqê zêde bûn."

Mistefa da zanîn ku pirsgirêka li Iraqê ne di parçekirina pêkhateyan de, lê pirsgirêk di hebûna ajandeyên derve de ye ku naxwazin di navbera Kurd û ereban de aştî pêk were. Her wiha destnîşan kir ku Îran û dewleta Tirk ji dewletên destwerdan li karûbarên Iraqê kirine û nahêlin hevgirtin di navbera pêkhateyan de hebe.

Mistefa eşkere kir ku metirsiyên her du dewletan ew e ku hêzeke kurdê li ser axa wan çêbibe û wiha anî ziman: "Îran û Tirkiyê naxwazin aramiyek li herêmên kurdan çêbibe. Ji ber ku li gorî wan ev yek tê wateya ku kurdan mafên xwe yên rewa bidestxistin."

Seyid Mistefa diyar kir ku krîza siyasî ya dawî ya  li Iraqê lihevkirineke erebî-kurdî ji bo sekna li hember Tirkiyê û Îranê hêsantir kir.

Mistefa destnîşan kir ku komara Iraq û gelê Iraqê ji nakokiyên etnîkî yên bi destê hêzên derve li dijî pêkhateyan têne derxistin, bêrî ne û wiha domand: " Heta di çalakiyên futbolê de jî hin nakokiyên mezhebî çi li ser stada Hewlêr an jî Necifê bin hebûn. Li hember van tevahî pirsgirêkan lidarxistina diyalogekek kurdî-erebî çareserî ye."

Têkildarî xeteriyên li hember Rojhilata Navîn ger yekitiya giştî di navbera pêkhateyan de çênebû rojnamevan Seyid Mistefa ev tişt got: "Heke yekitiyeke giştî di navbera pêkhateyên herêmê de were avakrin, dê armancên dewletên herêmê li herêmê pêk werin û di encamê d wê Îran û dewleta Tirk gelek xakên ereban dagir bikin."

DEWLETA TIRK ÇETEYÊN XWE WEKE AMÛRÊN DAGIRKIRINA BAKURÊ SÛRIYÊ BI KAR ANÎ.

Li ser dagirkeriya Tirkiyê ya li gelek herêmên Sûriyê Seyid Mistefa ev tişt got: "Ev yek li bakurê Sûriyê pêk tê. Dewleta Tirk çeteyên sûrî ji bo armancên xwe bi kar tîne û di çapemeniya xwe de her tim fitne di navbera komara ereb û Sûriyê de derxist, da ku kurdan reş bikin û wan bi parçeykirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanbar bikin. Her wiha da ku pirsgirêkê derxîne  û hewayeke siyasî û alîgiriyeke gel ji bo komên xwe re biafirînin û bajarên din ên kurdan dagir bike."

)fr(

ANHA