Gel bi rêya parastina cewherî xwe bi rêxistin dike û herêmên xwe diparêze

Endamên HCP'ê yên  taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê got, gel di parastinê xwe de xwe naspêre tu hêzên derve,  lê xwe dispêre hêza parastina cewherî. Her wiha bang li her kesî kirin ji bo bo parastina ewlehiya herêmên xwe tev li HPC'ê bibin.

Gel bi rêya parastina cewherî xwe bi rêxistin dike û herêmên xwe diparêze
Gel bi rêya parastina cewherî xwe bi rêxistin dike û herêmên xwe diparêze
Gel bi rêya parastina cewherî xwe bi rêxistin dike û herêmên xwe diparêze
Gel bi rêya parastina cewherî xwe bi rêxistin dike û herêmên xwe diparêze
Gel bi rêya parastina cewherî xwe bi rêxistin dike û herêmên xwe diparêze
15 kanûn, 2021   01:39
HELEB – AFIR SILÊMAN

Di her demê de bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dildarî çek radikin û li kêleka Hêzên Asayîşê  parastinê taxê dikin.

Endamên rêveber ên Hêzên Parastina Civakê (HPC) bi koordîneya komîteyên parasatinê yên komînan bi roj û şev nobedariya parastinê bi rêxistin dikin.

PARASTINA CEWHERÎ ÇI YE?

Armanca HPG`ê,  herêmê ji her êrişan biparêzin, bendên kontrolê li ser rêyên giştî yên ber bi taxan ve datînin, agahiyan derbarê kesên ku guman li ser tevgerên wan hebin de kom dikin. Di heman demê de destekê didin şervanên YPG û YPJ'ê yên li eniyên şer û bi hemû navendên Hêzên Asayîşê re koordîne dikin.

Rêber Abdullah Ocalan di paraznameya xwe ya ''Parastina Gelekî''de  girîngiya parastina cewherî destnîşan dike û dibêje: "Pêwîst e parastina cewherî were rêxistinkirin û aktîvkirin. Ji ber ku ew bingeha parastina gel a bi xwe ye. Gihandina hêzên parastina cewherî heta asta ku tê xwestin dê roleke girîng bilîze û me dighîne armanca ku tê xwestin."

/kr/uploads/files/2021/12/14/210433_-.webp

Têkildarî mijarê ji rêveberên HPG`ê Fehmî Hemdî wiha axivî: "Xebatê HPC`ê wek ku em dibînin di vê demê de xebatekî stratejîk e. Ji ber pêvajoya ku em têre derbas dibin tê xwestin ku em xebatên komîteya parastina cewherî zêde bikin û gel tev li nava komîteyên parastinê bibin. Ji ber ku çareseriya yekane parastina herêmê  û rêxsitinkirina gel e, divê em li hêviya tu hêzên derve nemînin ku parastina herêmên me bikin."

Hemdî wiha domand: "Em hêzên parastinê ne û em xwe dispêrin rêxistinkirina gelê xwe ku em gelekî şoreşger ava bikin ku karibe bi hêzên leşkerî re bisekine û destekê bide."

'GELÊ ŞOREŞGER HETA SERKEFTINÊ LI BER XWE DIDE'

Hemdî destnîşan kir ku şerê gelê şoreşger li taxa Şêxmeqsûd di sala 2016`an de dema ku çeteyên dewleta Tirk bi hemû çekên giran û pêşketî êrişî taxê kir  destpê kir û ev tişt diyar kir: "Gel bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Xirstiyan tev li şerê serkeftinê bûn û xwe bi rêxistin kirin, li gorî pîvana şerê gelê şoreşger taxa xwe ji êrişan parast."

TEVLÊBÛNA NAVA HPG'Ê DILDARÎ YE

Hemdî îşaret pê kir ku HPG`ê bi pêkanîna erkên û berpirsiyariya xwe di nava çend salan de, hebûna xwe li taxê îsbat kir  û wiha pê de çû: "Bi hezeran şêniyên taxê ji hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Tirkmen û Xirstiyan bi dildarî tev li nava hêzên parastinê dibin da ku parastina tax û destkeftiyên şoreşê bikin. Her wiha hemû saziyên sivîl, komît û meclis tev li komîteya parastinê dibin û bi roj û bi şev nobeda parastinê digirin."

'PARASTINA TAXA ME ERKA ME YE'

/kr/uploads/files/2021/12/14/210414_-.webp

Endama HPG'ê Zerîfa Şêxo jî got: "Ez bi dildarî  tev li hêzên parastinê bûm. Ji ber ku parastina tax û şêniyên me erka me û şêniyan e. Serkeftin ne bi hêsanî dê were bidestxistin. Divê em li ber xwe bidin û tê bikoşin heta ku bi azadî û aramî bijîn."

Zerîfa Şêxo diyar kir ku ew parastina taxê ji her êrişan bikin, di hin deman de bendên kontrolê li ser rêyan datînin û erebeyên ji taxê ber bi taxeke din ve diçin kontrol dikin.

/kr/uploads/files/2021/12/14/210351_-.webp

Welatiyê bi navê Îsmaîl Hisên jî got, ew tev li nava HPG`ê bûye da ku destekê bide YPJ, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em parastina çalakî û şahiyan dikin da ku em ewlehî û aramiyê ji wan re misoger bikin. Em dikarin parastina gelê xwe bikin û em li hêviya tu kesî namînin ku parastina herêmên me bikin. Em ê bi xwe parastina herêmên xwe bikin."

(bx)

ANHA