​​​​​​​‛Piştevaniya gerîla bikin da ku li dijî şerê qirkirinê bi serbikevin’

Endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê piştevaniya xwe ji berxwedana HPG’ê re li hember êrişên qirkirinê yên bi serkêşiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan û gelên Kurdistanê nîşan da.

​​​​​​​‛Piştevaniya gerîla bikin da ku li dijî şerê qirkirinê bi serbikevin’
15 kanûn, 2021   07:39
KOBANÊ

Têkildarî berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê axivî.

Endamê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Osman Bekê wiha got: "Em wekî endamên Tevgera Mezopotamya li pişt gerîla ne û dibêjin em heta dilopa xwînê ya dawî piştevaniya we dikin. Ji ber hûn hêza me ne û em di rewşên dijwar de pişta xwe didin we û fedekariyên we yên li her parçeyeke Kurdistanê."

Bekê wiha domand: "Herêmê bi giştî li hember êrişên dewleta Tirk ên bêserûber rû bi rû ye  û herî zêde jî li dijî çiyayên Kurdistanê êrişan dike. Lê belê vîna gerîla li hember van êrişan dibe bend."

Bekê destnîşan kir ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li asîmanê cudahiyê naxe navbera bajarekî û bajarekî din, Li gorî wan ya girîng qirkirina Kurdan e û wiha domand: "Peyama min ji Kurdan re li hember van êrişan bibin yek û piştevaniya gerîla bikin di şerê qirkirinê de bi ser keve."

Osman Bekî wiha dawî li gotina xwe anî: "Hin dewlet, di serî de dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Kurd ê ku armanc dike azadiya xwe pêk bîne û li ser xaka xwe bi aştî bijî, qir bike. Lê belê ji wê re dibêjim tu nikarî me tune bikî. Ji ber em bi xakê  û berxwedana zarokên xwe yên gerîla ve girêdayî ne."

Endama Tevgera Çand û Hunerê ya Navenda Baqî Xido ya Kobanê Leyla Ehmed wiha got: "Gerîla zarokên vî xakî ne û bangawazên aştî û parêzvanên nirxan in. Em deyndarê wan in. Ji ber bi saya wan em îro li ser vê xakê nefes dikişînin û dîrok wê bi tîpên zêrîn binivîsnin."

Leyla Ehmed bang li şêniyên herêmê kir ku piştgiriya gerîla bikin.

(fr)

ANHA