​​​​​​​Rûspiyên Şêxmeqsûd: Tirkiyê cezayên derelxaqî li dijî rêber Ocalan ferz kirin

Rûspiyên taxa Şêxmeqsûdê got, dewleta Tirk cezayên derexlaqî li dijî rêberê mirovahiyê yên ji bo azadiya tevahî gelan tê dikoşe, ferz kiriye û bang li rêxistinên mirovî kir ku sînorekê ji siyasetên bêserûber ên Tirkiyê re deynin.

​​​​​​​Rûspiyên Şêxmeqsûd: Tirkiyê cezayên derelxaqî li dijî rêber Ocalan ferz kirin
15 kanûn, 2021   00:38
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk ji 23 salan ve sûcên dermirovî li dijî rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de pêk tîne.

Desthilatên Tirk cezayên nû li ser rêber Ocalan ferz kirin û qedexeye hevdîtina parêzeran 6 meh dirêj kir.

/kr/uploads/files/2021/12/14/210922_-.webp

Li ser vê yekê rûspiyê eşîra El-Bo Xemîs, şêx Elî El-Hesen got: "Ji 23 salan ve rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye, ji wê demê û heta roja îro ve desthilatên Tirkiyê tecrîdeke giran li ser wî dimeşînin."

Têkildarî armancên dewleta Tirk ji tecrîdê, El-Hesen wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ji tecrîda giran a li dijî rêber  Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatan bi rêbertî re û ferzkirina cezayên nû li dijî wî ew e ku serî ji gewde qut bikin û da ku têkiliya di navbera rêber Ocalan û gel de qut bikin."

El-Hesen diyar kir ku dewleta Tirk ji ber siyasetên xwe yên faşîzm li herêmê çi bi dagirkirina xaka Sûriyê dibe yan jî destwerdana li Lîbya û hwd dibe gelek pirsgirêk bi dewletên cîran re çêkirin  û wiha domand: "Ev siyaset  dê bandoreke neyênî ji wê bike. Rewşa Tirkiyê aloz e, lîreya wê hilweşî ye û rewşa hundirîn ne aram e."

Li ser sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê pêk anîne, El-Hesen ev tişt anî ziman: "Bê guman dewleta Tirk ji dema osmaniyan ve dewleteke faşîst û mêtinger e û di dîrokê de li dijî Ermen komkujî pêk anîne. Îro jî wan sûcan li dijî gelên herêmê ji Ereb, Tirkmen, Kurd, Suryan û Asûr pêk tîne. Tu rêgezên exlaqî li gel wê tune ne."

Rûspî Elî El-Hesen banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir, her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û civata navneteweyî kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin û wiha got: "Ji ber tu qanûneke vê tecrîdê tune ye û tu sedem jî tune ne ku bihêle dewleta Tirk wî bigire. Ji ber ew rêberekî têkoşer û siyasî ye, parastina azadiya gelê xwe dike."

/kr/uploads/files/2021/12/14/210903_-.webp

Li aliyekî din jî Selwa Şêxo tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Tevî sûc û îşkenceya derûnî li dijî rêber Ocalan di girtîgehê de lê rêbertî bi têkoşîn û fikirê xwe li ber xwe dide û tu kes nikare vîna wî bişikîne. Divê ew baş bizanin ku fikirê rêbertî ji siyasetên wan bi hêztir e. Ji ber bi rêya vê fikirê karî gelên Rojhilata Navîn ji zilmê rizgar bikira."

Selwa Şêxo da zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were ew ê li ser şop û fikirê wî bimeşin û her çiqasî dewleta Tırk ceza ferz kirin ew ê têkoşîna rêbertî û belavkirina fikirê wî berdewam bikin.

Selwa Şêxo di dawiyê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir, her wiha banga eşkerekirina tenduristiya rêber Ocalan kir û got "Bihêlin parêzer û malbat serdana wî bikin."

(fr)